Ciwanên Swêdî bi ala PKK'ê gotin 'Na ji endametiya NATO'yê re'

Ciwanên Anarşîst ên Swêdî, li dijî nêt û hewldanên Swêdê yên ji bo endametiya NATO'yê bi hildana ala PKK'ê çalakî kirin.

Li paytexta Swêd Stockholmê, li dijî hewldanên rêveberiya vî welatî ya ji bo endametiya NATO'yê çalakiyek hate lidarxistin.

Dema ku Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê ya li desthilatdariyê, ji bo endametiya NATO'yê di civînê de bû, komek ji ciwanên anarşîst ên Swêdî li pêşiya cihê civînê alên PKK'ê hildan û bi dirûşma "Na ji bo endametiya NATO'yê" çalakî lidar xistin.

Ciwanên Swêdî piştî çalakiyê alayeke mezin a PKK'ê bi ser pira li navenda bajêr ve kir û li gel hildana dûyê sor dirûşma "Na ji ketina nava NATO'yê re" qîriyan.