BI DÎMEN

Ciwanên NRW'ê ji bo Meşa Dirêj banga tevlîbûnê kirin

Ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst ji bo Meşa Dirêj banga tevlîbûnê kirin ku wê di navbera 15-20'ê Îlonê de bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, Çareserî ji pirsirêka Kurd re' li Elmanyayê bê lidarxistin.

MEŞA DIRÊJ

Ji bo meşa dirêj ku wê li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê destpê bike û li bajarê Dûîsbûrgê bi dawî bibe, ciwanên li eyaleta Nordrheîn Westfalen (NRW) banga tevlîbûnê kirin.

Ciwanan bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin, "Li eyaleta NRW'ê ji bo Rêber Apo yê ku 26 sal in tecrîdkirî ye, em ê çalakiyê lidar bixin."

Ciwanên Kurdistanî li paytexta eyaleta NRW Dusseldorfê li hev kom bûn, daxuyaniyek dan û gotin, "Ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em bang li gel û ciwanên Kurdistanê dikin ku tevlî çalakiya Meşa Dirêj bibin."

Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.