Ciwanên Kurd daketin qadan: Ji Rêber Apo re azadî! NÛ-BÛ

Ciwanên Kurd li Ewropa û Kanadayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Ewropayê (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li gelek navendên Kanada û Ewropayê di çarçoveya pêngava "Ji Rêber APO re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî" daketin qadan.

VÎYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” de Tevgera Ciwanên Şoreşger, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Kurdistanî saet di 15.00 de li Schwarzenbergplatzê li hev civiyan û mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.

Ciwanan pankarta “Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Rêbertî azad bikin” vekirin.

FRANKFÛRT

Kurdistaniyên ji Frankfûrt, Mannheîm, Maînz, Darmstadt, Gîessen, Hanau û Offenbachê tev li meşa ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Kurd û tevgerên ciwanên enternasyonalîst ve li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hate lidarxistin, bûn.

Girseya gel li Meydana Goethe ya Frankfurtê li hev civiya û bi pankart û flameyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Çalakgeran timî dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Em hemû PKK ne", “Kujer Erdogan" ber bi Baxçexaneya Frankfurtê ya li navenda bajêr ve meşiyan.

Çalakî piştî daxuyaniya bi zimanê Elmanî û banga tevlîbûna çalakiya ku 18’ê Mijdarê li Berlînê ya li dijî qedexeya PKK’ê tê lidarxistin, bi dawî bû.

BREMEN

Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Rojava bi pêşengiya Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê li bajarê Bremen ê Elmanyayê hate protestokirin.

Di meşa ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir, çalakgerên Înîsitîfa Parastina Kurdistanê, ciwanên Tevgera Ciwanen Şoreşger (TCŞ), Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bremenê û endamên Meclîsa Jinê ya Sêvê beşdar bûn.

Meşa Solidaritat mit Rojava (Piştgiriya bi Rojava re) ku saet di 14.00’an de li Bremen HBF’ê destpê kiribû, li Domsheide saet 16.00’an bi dawî bû. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo, Solidaritat heißt Wiederstand Kampf die Faschismus in jedem Land" (Hevgirtin berxwedan e, li dijî faşîzmê li her derê têkoşîn), "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana YPG", "Bijî berxwedana YPJ'ê." ", "Bijî PKK" hatin berzkirin.

Di meşa ku li ber HBF ya Bremenê destpê kir de, çalakger li ber Parlamenta Eyaleta Bremenê, Oberstraße, Am Brîll, Martinîstrasse meşiyan û li Domsheîde meş bi dawî bû.

HAMBÛRG

Li Hambûrgê di çarçoveya hemleya "Ji Rêber Apo re Azadî" ya ji aliyê Tevgera Ciwanên Ewropayê ve hatiye destpêkirin de meşek girseyî hat lidarxistin. Nûnerê Ciwanan Emîn Amed ku beriya meşa li ber stasyona trenê ya navendî ya Hambûrgê piştî deqeyek rêzgirtinê axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeta sor a gelê Kurd e. Emîn Amed got ku ew weke ciwanên Kurd ji bo rakirina tecrîdê wê li her qadên jiyanê têkoşîna xwe bidomînin.

Di meşê de bi sedan posterên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û pankarta "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî" hat hilgirtin.

Di meşê de dirûşmên "Bîjî Serok Apo", "Terorîst Erdogan", "Bijî Berxwedana PKK'ê" berz kirin.

PARÎS

Endamên TCŞ û TekoJIN’ê ku li paytexta Fransa Parîsê hatin cem hev, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.

Ciwanên li Gare Du Nordê hatin cem hev, tîşortên spî yên dirûşmên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser nivisîbûn li xwe kirin û dest bi meşê kirin.

Ciwan bi coşeke mezin bi dirûşmên “Bijî Serok APO” heta Qada Republique meşiyan û li vir daxuyanî da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em soz didin ku em ê di rêya ku bi Rêber Apo re dest pê kiriye de bi Rêber Apo re  bi ser bikevin."

LOZAN

Endamên Tevgera Ciwanên Ewropa Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ku li bajarê Lozan ê Swîsreyê hatin cem hev, bang li hemû ciwanên şoreşger kirin ku dakevin qadan.

Ciwanan li kolana Place de Riponne bi pankarta 15 metreyî ya bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî" dest bi meşê kirin.

Ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN'ê diyar kirin ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekane çareseriya vê pêvajoya kaotîk a li cîhanê ye.

Ciwanan diyar kirin ku muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û gotin ku heta pergala êşkenceya Îmraliyê neyê rûxandin ew ê qadên xwe terk nekin.

MARSÎLYA

Ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li herêma Dragûîgnan a bajarê Marsîlya yê Fransayê li hev civiyan û heta ber Postexaneya Biçûk meşiyan. Gelek caran dirûşmên "Bijî Serok APO" û "Liberté Pour Ocalan" hatin berzkirin.

Ciwanan diyar kirin ku azadiya gelê Kurd bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û gotin, "Astengiya herî mezin a li pêşiya têkoşîna li dijî pergala kapîtalîst azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye."

DUSSELDORF

Meşa li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê li ber avahiya DGB Hausê dest pê kir.

Ciwanan gelek caran bênavber dirûşmên azadiya fîzîkî ya Rêber APO berz kirin û ji bo hilweşandina pergala Îmraliyê peyam dan.

Her wiha ciwanan bi dirûşmên Elmanî daxuyandin ku hemû saziyên mafên mirovan ên li Ewropayê bi taybet Elmanya ji vê pergala êşkenceyê berpirsyar in.

ZURÎH

Ciwanên li Zurîh ê Swîsreyê li hev civiyan bang li hemû ciwanên şoreşger kirin dakevin qadan.

Ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN'ê diyar kirin ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekane çareseriya vê pêvajoya kaotîk a li cîhanê ye.

DAXUYANIYA HEVPAR

Daxuyaniya hevpar a ciwanan di çalakiyan de xwendin wiha ye:

“Pêngava 'Azadî ji Rêber APO re, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ ku di 10'ê Cotmehê de zêdetirî 100 cihên cuda dest pê kir. Dîroka destpêkirina pêngavê ya çaryek sedsalî û kûrkirina tecrîda mutleq a ku 3 sal temam bûye de girîng bû, 25 sal in gelê Kurd li dijî komploya navneteweyî ya di şexsê Rêber APO de hatiye pêşxistin berxwedan û têkoşîneke bênavber dimeşîne. Pêngava 10’ê Cotmeha 2023’yan ji bo ciwan û gelê Kurd qonaxek nû afirand. Gelê Kurd bi dehan salan li dijî faşîzm û zilmê li ber xwe da û gelên Rojhilata Navîn birêxistin kir û bi paradîgmaya ku afirandiye ji gelan û dinyayê deriyekî nû vekir.

Têkoşîna li dijî komployê di sala xwe ya 25’an de bi pêngava dawî ya li dijî komploya navneteweyî ya ku gelê Kurd û dostên wan pêş xistiye didome. Em dibînin ku êdî fikrên Rêber APO li cîhanê belav bûye. Her ciwanê ku li dijî pergalê li ber xwe dide rêya serkeftinê di Rêber APO de dibîne. Mînaka vê ya herî nêz jî 1’emîn Konferansa Ciwanên Cîhanê ye ku di 3-5'ê Mijdarê de pêk hat. Encamên Konferansa Ciwanên Cîhanê careke din nîşan da ku 49 rêxistin û partiyên cuda xwedî limpêngava "Ji Rêber APO re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî" derketin û rengekî nû da pêngava ku di 10'ê Cotmehê de hatiye destpêkirin.

Ev jî nîşan dide ku astengiya herî mezin a li pêşiya têkoşîna li dijî pergala kapîtalîst azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye. Konfederalîzma Demokratîk ne tenê ya Kurdistanê ye; ji bo hemû gelên bindest bûye hêviyê.

Eger em van hemûyan li gel dîroka têkoşînê ya nîvsedsalî li ber çavan bigirin, em bi biryar in ku di vê pêvajoya dîrokî de bi her awayî rol û mîsyona ku Rêber APO daye me ciwanan bi cih bînin. Di guherîn û veguhertinê de bibin pêşeng. Di pêvajoyeke wiha dîrokî de pêngaveke wiha ji çar aliyê cîhanê hati destpêkirin, nîşaneya fînala serkeftinê be.

Em dikarin bibêjin ku bêyî Rêber APO tu wate û girîngiya me nîne. Dema ku Rêber APO li dijî pergala êşkenceya Îmraliyê ya ku ji bo mirovahiyê û gelê Kurdistanê trajediyek e, berxwedana xwe ya dîrokî nîşan dide, divê em weke ciwan bêyî şert û merc her tim ji bo Rêber APO li ber xwe bidin. Weke ciwanên Apoyî sebra me nemaye. Tecrîda mutleq û êşkenceya derûnî ya ku 3 sal temam kir, êdî sînorên ciwanên Kurd û gelê Kurd derbas dike. Em ê van sozên ku me ji bo Onder APO dayî di pratîkê de bi pêşengiyê pêk bînin. Çawa ku beriya 25 salan bi biryara çalakgerên 'hûn nikarin roja me tarî bikin' ruhekî li ser bawerî û armancê girtiye ser xwe, me jî weke TCŞ û TEKOJIN'ê bi vî ruhî û baweriya ku ji dîrokê tê, girtiye ser xwe û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO, pêşengê guhertin û nûbûnê ye. Ji bo çareseriya pirsgirêkê em ê têbikoşin. Em ê dîrokê ji nû ve biguherînin. Çawa ku Rêber APO got 'me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî biqedînin' em ê vê pêngavê bi vê dirûşmeyê mezin bikin û heta bigihêje armanca xwe têbikoşin û xwe bi rêxistin bikin.

Çalakiyên 11-12’ê Mijdarê ji bo ciwanên Kurd, gelê Kurd û dostên wan xala werçerxê ye. Her çendî di 18’ê Cotmehê bi awayekî fermî beşdarî pêngavê bûn jî, çalakî û meşên ku îro ji bo Rêber APO li 15 navendên cuda hatin lidarxistin, destpêkek e ku heta ku armanc pêk neyê wê ti carî bi dawî nebe. Li ser vê bingehê em diyar dikin ku yekane armanca me ew e ku pêngava 'Ji Rêber APO re Azadî, ji  Pirsgirêka Kurd re Çareserî' ku bi ruhê ciwantiyê belav bûye û gerdûnî bûye bi serketî biqedînin. Li ser vê bingehê em soz didin ku em ê di rêya ku bi Rêber Apo re dest pê kiriye de bi Rêber Apo re bi ser bikevin."