Ciwanên Şoreşger li Marsîlyayê çalakî kirin

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Marsîlya ya Fransayê, bi dirûşmeya “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” bi keştiyek a turan çalakiyek bêîtatiya sivîl lidar xistin.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger, ji bo balê bikişînin li ser azadî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, li Marsîlya ya Fransayê di keştiyek a turan de çalakiya bêîtatiya sivîl lidar xistin.

AL HILDAN, BELAVOK XWENDIN

Di çalakiya çarçoveya pêngava bi dirûşmeya “Bi Hev Re Serhildan” û “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; Bi Hev Re Serhildan” hatî lidarxistin de, alek mezin bi keşitiyê ve hate daliqandin. Ciwanan di derbarê çalakiyê de bi Fransî belavok xwendin. Di belavokê de êrîşên dewleta Tirk ên qirkirin û dagirkirina Kurdistanê rêz kirin û diyar kirin ku dewletên Ewropa jî raste rast piştgirî dide van êrîşan. Ciwanan bal kişande li ser tecrîd û êşkenceya sîstematîk a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û dirûşmeyên “Lîbertê Pour Ocalan (Azadî ji bo Ocalan)”, û “Assassîn Erdogan (Kujer Erdogan)” hatin berzkirin.

Ciwanan keştî nêzî peravê kirin û hetanî Qada Vîa Port bi dirûşmeyan meşiyan.