BI DÎMEN

Ciwanan ji bo meşa Kolnê bang kirin: Em tecrîdê bişikînin

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ji bo meşa mezin a ku 16’ê Mijdarê wê li Kolnê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de bi deh hezaran kes wê ji her çar aliyên Ewropayê li Kolnê meş lidar bixin. Ji bo tevlîbûna meşê bang hate kirin.

Endamê TCŞ’ê Îlhamî Zap got, “16’ê Mijdarê em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi meşa xwe Kolnê bihejînin, bersiva dijmin bidin û tecrîdê bişikînin.”

Endama TekoJIN’ê Melek Guneş jî ev tişt got: “16’ê Mijdarê weke ciwanên şoreşger, Kurdistanî û enternasyonalan em ê li Kolnê kom bibin. Em ê kolanên Kolnê bi agirê azadiyê bipêçin û tecrîda li ser Rêber Apo bişikînin.”

Endamê TCŞ’ê Mehmet Amanos jî diyar kir ku divê her kes 16’ê Mijdarê li Kolnê be. Azîz Paksoy jî anî ziman ku 16’ê Mijdarê weke ciwanên Kurdistanê ew ê ji bo azadiya Rêber Apo beşdarî meşê bibin.

Ciwanan destnîşan kir ku amadekariyên meşê wê heta 16’ê Mijdarê bilez dewam bikin.