Ciwan li Elmanya ji bo Ocalan dimeşin

Tevî astengiyên polîsan meşa ciwan a li bajarê Bonn ê Elmanyayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, jî dewam dike.

Meşa Dirêj a ciwanên Kurd a her sal ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, 9’ê Îlonê li bajarê Bonn ê Elmanyayê hate lidarxistin.

Meşa ku tê plankirin wê 5 rojan bidome rawestgeha wê ya yekem bajarê Troîsdorf e. Sed ciwanên ku Kurd û enternasyonalîst pêk tê, bi alên YPG û YPJ’ê dest bi meşê kirin.

Tîşortên bi rengên kesk, sor û zer ku wêneyên yek ji kadoryên pêşeng ê PKK’ê Mezlom Dogan û nivîsa daxwaza azadiya Ocalan dike li xwe kiribûn bal kişand.

Gelek caran polîsan rê li ciwanan girtin û ew astengkirin. Rê nehate dayîn ku gelek al bên hildan û dîsa qîrkirina hinek dirûşman jî qedexekirin. Cihên ku ciwan bi giresyî lê birûnin xwarin û bêhna xwe lê bidin hatibû kirêkirin jî hatin qedexekirin.

Ciwanên ku tevî hemû qedexeyan dirûşmên daxwaza azadiya Ocalan dike qîr kirin, ji Troîsdorfê heta Kolnê û ji wir jî heta Leverkûsen û Dusseldorfê wê nuqteya dawî ku 13’ê Îlnoê Gladbochê wê bimeşin.