Ciwan li Drancy û Vîllîer le Belê daketin qadan

Li banliyoyên Drancy û Vîllîer le Belê yên paytexta Fransa Parîsê çalakiyên şermezarkirinê li dijî tecrîdê hatin lidarxistin.

Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ketiye sala 22'an, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li banliyoya Drancy a Parîsê çalakî li dar xistin.

Çalakî bi dirûşma "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, bi hev re serhildan" pêk hat û saet di 17:00 de li kolana Henrî Barbûsse ya Drancyê dest pê kir. Di çalakiyê de li gel posterên Abdulah Ocalan, alên PKK û KCK'ê her wiha pankarta bi nivîsa "Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê, dem dema azadiyê ye" hatin hildan.

Çalakiya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, heta ber şaredariya Drancyê dewam kir. Piştre bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

VÎLLÎER LE BEL

Aktîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN jî li dijî tecrîdê li banliyoya Vîllîer le Belê ya Parîsê meşek li dar xistin.

Di meşê de ku di çarçoveya pêngava "bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, bi hev re serhildan" pêk hat, li gel wêneyekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her wiha pankarteke bi gelek zimanan a bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" hate hildan.

Çalakgeran tim û tim dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo" û "Lîberte poûr Ocalan" qîriyan.

Meş li ber Navenda Civaka Demokratîk a Vîllîers le Belê bi daxuyaniyekê bi dawî bû.