Cenazeyê Ozmen ber bi Kurdistanê ve hate şandin

Cenazeyê Serokê Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê Fewzî Ozmen ê ku li sirgûnê jiyana xwe ji dest da, ji bo veşartinê şandin Kurdistanê.

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê Fewzî Ozmen di 17’ê Îlonê de li Nexweşxaneya AKH a bajarê Hagenê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ozmen piştî meresimê ji Elmanyayê ber bi bajarê wî Erziromê ve hate şandin.

Li bajarê Hagen ê Elmanyayê ji bo Ozmen li Salona Dogan Arena meresimek hat lidarxistin. Wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala PKK'ê li salonê hatin daliqandin, wêneyên Ozmen ên rabirdûya wî bi bîr tînin li cihên cuda yên salonê hatin daliqandin. Nûnerên gelek saziyên Kurdan, Parlamenterê Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê George Aslan, Parlamenterên HDP'ê yên li sirgûnê, rêveberên Enstîtuya Kurdî û gelek xwendekar û dostên Ozmen ên ji Kurdistanê beşdarê meresima cenaze bûn.

Cenazeyê ku ji nexweşxaneyê hat girtin li ser milan anîn salona merasîmê. Li vir nimêja cenazeyê Ozmen hat kirin. Nimêja cenaze ji aliyê Serokê Civaka Îslamî ya Kurd Hafiz Ahmet Tûrhalli ve hat kirin. Piştre li ser jiyana Ozmen, xebatên wî yên li ser Kurdî û jiyana wî ya siyasî sînevîzyonek hat pêşkêşkirin.

Piştî sînevîzyonê kurê Ozmen Dilşêr Ozmen û xizmê wî Harûn Sever ji bo kesên beşdarî meresimê bûn spasî kirin. Nûnerên saziyên Kurdistanî û dostên Ozmen jî axaftin kirin.

 ‘AZWERIYA WÎ YA AZADIYÊ TU CAR NEQEDIYA’

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan û Windayan a Kurdistanê (KOMAW) Heval Zekî axivî û got, “Mamoste Fewzî kesayetek e ku hem bi nefspiçûkiya xwe û hem jî bi xebata xwe ya bi mînak bê bibîranîn. Ji peyvan bêhtir, li pey xwe mîrateyek xebatê hişt. Azweriya wî ya azadiyê tu carî neqediya. Ew dilsozê welat û doza xwe bû. Em ê xwedî li doz û keda wî derkevin û wan hîn pêşdetir bikin."

Li ser navê KNK'ê Ahmet Aktaş axaftinek kir. Aktaş, diyar kir ku Ozmen hemû jiyana xwe ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê feda kiriye û destnîşan kir ku ew ê li pey doz û xebata ku Ozmen ji jiyana xwe re kiriye armanc, bişopînin. Aktaş, anî ziman ku keda Ozmen a di warê ziman û çandê de mînakeke mezin a têkoşîna li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ye.

'LI DIJÎ ASÎMÎLASYONÊ XEBITÎ

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê jî Avesta Aydin axivî. Aydin got, “Dema ku şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ li Rojhilat dest pê kir, bê guman mînakeke vê yekê ya borî hebû. Rêbertiya me diyar dike ku 50 sal in li dijî qirkirina ziman û çandê têdikoşin. Dema em li rewşenbîrên Rojhilata Navîn û Ewropayê dinihêrin, şîretan dikin û xwedî gotineke mêranî ne. Jin ne pêşeng in. Lê niha rewşenbîr û hunermend bi pêşengtiya jinê bawer dikin û berê xwe didin Rojhilat. Beriya bi salan Mamoste Fewzî bi têkoşîna jinê bawer kir û bi xwe jî gelek da. Hemû hevalên jin ên hatin enstîtuyê ji aliyê Mamoste Fewzî ve hatin perwerdekirin. Ew tu car ji vê rastiyê nereviya."

Li ser navê CÎK'ê Hafiz Ahmet Tûrhalli jî axivî û bal bir ser giringiya xebatên Ozmen ên li ser ziman û çandê û got ku hezkirin û rêzgirtina ji Mamoste Ozmen re bi xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî û bikaranîna vî zimanî di jiyana rojane de pêkan e.

Hevserokê KCDK-E Engîn Sever, diyar kir ku Ozmen li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê Kurdî têkoşîneke mînak da û got, “Ez sersaxiyê ji malbata wî û gelê Kurdistanê re dixwazim. Ez ji xwendekarên wî re sersaxiyê dixwazim. Em ê doz û têkoşîna wî bidomînin. Em îro xatirê xwe ji mamoste dixwazin. Lê bîranînên wî wê her tim di têkoşîna me de bijîn. Ji ber ku bi sedan xwendekarên wî wê pêşengtiya vê têkoşînê bikin. Ew ê têkoşîna li dijî asîmîlasyonê mezintir bikin.”

Hevseroka KON-MED'ê Rûken Emîne Akça li ser girîngiya xebata Ozmen axaftinek kir.

Piştre hevrêyê Ozmen û endamê YKM’ê Fergîn Melîk Aykoç der barê xebat û jiyana Ozmen de agahî dan.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê George Aslan jî di merasîma cenaze de axivî û got, “Ez sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê bi taybet malbata wî û rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên Kurdistanê re dixwazim. Ez bi salan bi Mamoste Fewzî re xebitîm. Kesekî kedkar, dirust û nefspiçûk bû. Ew mirovek bû ku bi zanîn û dîtina xwe ya li ser bûyeran bandor li hemû mirovan dikir."