'Cansû Ozdemîr namzeta me ya hevpar e'

Siyasetmedara Kurd Cansû Ozdemîr ku du serdem in li eyaleta Hambûrgê ya Elmanyayê parlamenteriyê dike, di hilbijartinên 23'ê Sibatê de ji nû ve namzet e. Saziyên Kurdistanî doh ragihandin ku ew piştgiriyê didin Ozdemîr.

Siyasetmedara Kurd Cansû Ozdemîr ku 2 sedem in li eyaleta Hambûrgê ya Elmanyayê parlamenteriyê dike, di hilbijartinên 23'ê Sibatê de ji nû ve bû namzet. Ozdemîr weke namzeta Kurdistanî û demokratên li eyaletê tevlî hilbijartinê dibe.

Karê hilbijartinê yê Ozdemîr li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hambûrgê bi civîneke çapemeniyê dest pê kir. Gelek hêzên demokratîk ragihandin ku ew piştgiriyê didin Ozdemîr.

Ozdemîr a 30 salî ku di hilbijartinan de li rêzên destpêkê yên Partiya Çep e, di du serdemên parlamenteriya xwe de pirsgirêkên Kurdistaniyan û demokratan gihand meclîsê.

OZDEMÎR: EZ Ê ŞOPDARA DOZA XWE BIM

Ozdemîr li civîna çapemeniyê axivî û spasiya kesên ku piştgiriya wê dikin kir.

Ozdemîr destnîşan kir, mîna beriya niha ji niha û pê ve jî wê şopdarê doz û têkoşîna ku mafdar dibîne be û got, "Dema ku li parlamentê bûm ji bo gelê xwe, ji bo kesên dengê xwe dan min û yên deng nedane min têkoşîna xwe ya mafdar dewam kir. Bêguman hinek ji vê têkoşîna min a mafdar aciz bûn. Li dijî min gelek doz hatin vekirin. Tevî vê yekê jî min paş ve gav neavêt û têkoşîna xwe dewam kir. Eger bêm hilbijartin ez ê vê têkoşîna xwe ji cihê mayî dewam bikim. Di rewşekê de ku li dijî gelê min polîtîkayeke ewçend qirêj tê meşandin, bila kes ne li bendê be ku bêdeng bimînim. Ajanên MÎT'ê heta ber mala min ez şopandin, gefa kuştinê li min xwarin. Lê belê min ji mafdariya doza xwe her tim bawer kir û bi vî rengî meşiyam."

Nûnerên saziyan jî di civîna çapemeniyê de axivîn û diyar kirin ku Ozdemîr namzeta wan a hevpar e.

KOÇER: EM HÊZA XWE BIÇÛK NEBÎNIN

Hevserokê KON-MED'ê Tahîr Koçer got, "Bi navê KON-MED'ê em bang li gelê xwe dikin ku bi ruhê seferberiyê ji bo serketina hevala xwe Cansû Ozdemîr bixebitin. Cansû Ozdemîr li parlamentê her tim bû dengê gelê me û yên dengê xwe dan wê.

Li her devera ku em lê ne divê em komîsyonan ava bikin û xwe bigihînin her kesî. Dibe ku em hindikahî bin, lê belê em xwedî wê hêzê ne ku bandorê li siyasetê bikin. Divê em hêza xwe ti carî biçûk nebînin."

Nûnerê AGÎG'ê got, "Em piştgiriya Cansû Ozdemîr dikin. Em karên Cansû Ozdemîr ên heta niha kiriye ji nêz ve dişopînin û pîroz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku hevala me Cansû wê piştî vê hilbijartinê jî bibe dengê Kurdistaniyan û koçberan."

'DIVÊ HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE NAMZETIYA OZDEMÎR'

Nûnerê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Serhat Çetînkaya got, "Yek ji welatên sereke ku piştgiriyê didin polîtîkayên qirêj ên li dijî gelê Kurd Elmanya ye. Partiya Çep her tim bi mafên mafdar ên gelê me re ye. Ji bo pirsgirêka Kurd li qada navneteweyî bêhtir bikeve rojevê pêwîstî bi siyasetmedarên mîna Cansû Ozdemîr heye. Ew li parlamentê dengê wijdanê me ne. Divê her kes teqez piştgiriyê bide namzetiya Ozdemîr."

HUNERMENDAN PIŞTGIRÎ DAN

Hunermenda sînemayê Hêja Turk jî got, "Hevala me Cansû tevî siyasetê her tim bû dosta hunermendan. Dema ku hate hilbijartin em jê dixwazin ku ji bo pêşvebirina zimanê Kurdî bixebite. Tevî vê yekê li Hambûrgê jî ji bo vekirina kreşekê dikare bikeve nava hewldanan. Ez, kedkareke sînemayê ji bo serketina Cansû Ozdemîr çi ji destê min bê ez ê bikim.

Senarîst û derhêner Onder Çakar jî got, "Mafê min ê dengdanê nîne. Lê belê ez karên serketî yên Cansû Ozdemîr ji nêz ve dişopînin. Ew beşek ji me hemûyan e. Bi navê hunermend û rewşenbîrên di bin sîwana AVAKINO de li hev kom bûne, em ê ji bo serketina wê bixebitin."

Meleyê Mizgefta Şêx Seîd Mele Ferman jî got, "Bi navê civatê em piştgiriyê didin namzetiya Cansû Ozdemîr. Ji bo hilbijartina wê em ê hewl bidin. Em ji xwişka xwe Cansû daxwaz dikin ku dema hate hilbijartin li Hambûrgê ji bo mizgeftê û komeleyê cihekî peyda bike. Tevî vê yekê ji bo zarokên me bi bawerî û zimanê xwe yê dayikê mezin bibin pêwîstiya me bi cihekî heye. Eger rêveberên me yên baş hebin û karên baş bikin bêguman em ê kêfxweş bin. Her Misilmanek ji bo serketina siyasetmedar Cansû Ozdemîr hewl bide."