Bîranina komkujiya Gurgumê: Em ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin

Li Zurîhê kesên di komkujiya Gurgumê de hatine qetilkirin, hatin bîranin.

Li Zurîhê di pêşengtiya Federasyona Hêzên Elewî ya Siwîsrê (ÎABF) kesên di komkujiya Gurgumê de hatine qetilkirin, hatin biranin. Gelek saziyên şoreşger tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de ji bo kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin  rêz hate girtin. Di bîranînê de hate gotin ku komkujiya Gurgumê û hemû komkujiyên di meha kanûnê de pêk hatin, bi destê deweltê pêk hatine.

‘KOMKUJÎ BI DESTÊ DEWLETÊ PÊK HAT‘

Di bîranînê de Serokê ÎABF’ê Erkan Çinak axivî û anî ziman ku meha kanûn de di çavê gelên mezlûm de meha komkujiyan e. Çinak bibîrxist ku komkujiya Gurgumê, Roboskî û komkujiya girtîgehan a li dijî şoreşgeran divê mehê de pêk hat û wiha got: “ Weke hemû komkujiyan komkujiya Gurgumê jî dibin kontrola dewletê de pê hat.“

Nûnerê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) jî axivî û anî ziman ku komkujiya Gurgumê û hemû komkujiyê hatin kirin ne 38 sal sed sal derbas bibe jî em ê daxwaza edaletê bi qîrîn.

Di bîranînê de banga li dijî faşîzmê têkoşîna hevpar hate kirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ dawî bû.

‘ALÎ HINA 14 SALÎ BÛ HATE QETILKIRIN‘

Xwişka Alî Şave ê hîna 14 salî ji aliyê çeteyên faşîst ve di Mehserê de kelandin û qetilkirin, Meryem Tiraş ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku di dema komkujiyê de ew bi malbata xwe re weke karkerên penaber li Ewropa bûye û wiha got: “Dema Alî hate qetilkirin ew 14 salî bû. Aliyek li Gurgumê, Aliyê din jî di Mehserê de li pişt malê û dayika min du rûviyên Alî anîn Elmaniyayê. Niha sê gorên Alî hene. Dema Alî hate qetilkirin sê mehan tu agahiya me jê tunebû. Em piştre pê hesiyan. Difkirin ku ger ji me re bibêjin em ê biçin Gurgumê û em ê ji werin qetilkirin. Meha kanûnê ji bo me şîne. 43 sal e timî divê mehê de em heman êşê dikişinin.“