Bila Kurd nebêjin ‘Yadê ez birçîme’

Li Elmanyayê girtiyên Kurd ên ku ji 129b’ê tên darizandin, rû bi rûyê sûcdarkirinên ku ji bêhiqûqiyên dewleta Tirk a dagirker ne dûrin, dimînin.

Doza girtiyên Kurd Mazlûm Dora û Merdan K. ên ku ji madeya 129/b a Qanûna Cezayê ya Elman tên darizandin, dewam dike. Girtî bi kelepçeyê anîn dadgehê û kesên ku hatîn rûniştinê jî, di lêgerînê de hatin derbazkirin.

BAL KIŞANDINA LI SER TECRÎDÊ SÛC E

Rûniştina Merdan K. ê ku ji Îlona 2021’ê û vir ve li girtîgeha Stammheîmê ya li bajarê Stûttgart a Elmanyayê tê ragirtin, duh li Dadgeha Stammheîmê pêk hat. Merdan K. ê ku ji madeya 129/b a Qanûna Cezayê ya Elman tê darizandin, bi “endamtiya PKK’ê” û “bûyîna kadroyê ciwanan a PKK’ê” tê sûcdarkirin. Merdan bi organîze kirin û tevlîbûna meşê ya ku her sal ji bo bal bê kişandina li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî, tê sûcdarkirin.

MAFÊ PROTESTOYÊ JÎ SÛC E

Di dirûşmeya dawî ya Merdan K. De, dîmenên protestoyê ku li dijî serdana Wezîrê Karên Derve Çavûşoglû ya sala 2021’ê li Berlînê kirî, ji şandeya dadgehê re hat nîşandan. Her wiha bi nîşandana nûçeyên daxuyaniyê yên ku di ANF’ê de hatî weşandin, ji Merdan K. re hat gotin ku tevlîbûna van çalakiyan sûc e. Her wiha wek îspatên sûcê, dîmenên protestokirina Qirkirina Şengalê ya ku 3’ê Tebaxê ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatî kirin, jî hebû.

JI DAYÎKA XWE RE GOTIYE ‘EM BIRÇÎNE’

Di rûniştinê de guhdarî hevdîtinên ku Merdan bi malbata xwe re kirî, jî hatin kirin. Merdan di hevdîtinek telefonê ya bi dayîka xwe re axivî de wiha gotibû: “Ez bi hevalên xwe re têm. Em gelek birçî ne, nan heye? Deriyê baxçeyê piştê veke” ev yek jî bi gumana “karên rêxistinî” li ser dosyaya wî hatibû zêdekirin. Rûniştina Merdan a piştre jî, wê di 9’ê Tebaxê de dewam bike.

MAZLÛM DORA JÎ BI HEMAN TIŞTÊ TÊ SÛCDARKIRIN

Rûniştina hunermendê Kurdistanî Mazlûm Dora ku 15 mehin darizandina wî dewam dike, 3’ê Tebaxê roja Çarşemê li Dadgeha Stammheîmê pêk hat.

Di rûniştinê de, bi nîşandana nûçeyên ku têkildarî çalakiyên PKK’ê yên di medyaya Tirkî de derketîn, îspata sûc hat hesibandin. Her wiha çalakiyên ku Kongreya Civaka Kurdistaniyan a Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E), li dijî komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker pêk anîn, lidar xistîn weke îspata sûc hat nîşandan.

CIL Û BERGÊN KURDÎ KÊMASIYE

Cil û bergên herêmî yên ku Dora 2 sal berê ji bo klîbekê wergirtî jî sûc hat hesabkirin, ev hincet jî bû sedema nerazîbûnan. Parêzerên parastinê bi gotina “Ev cil û berg, cil û bergên netewî yên Kurdan e, ev sûc nîşan nade”, îtiraz kirin. Lê dozgêrî ev ev îtiraz red kir.

DEST DANÎN SER NAMEYAN

Nameyên ku Dora ji girtîgehê şandîn jî, ji aliyê şandeya dadgehê ve hatin desteserkirin. Rûniştina Dora ya piştre, wê di 31’ê Tebaxê de bê kirin.

HÎNA 9 KESÊN KURD GIRTÎNE

Li girtîgehên Elmanyayê 9 aktîvîstên Kurd bi hincetên polîtîk girtîne. Ji van girtiyan dozên Gokmen Ç. û Veysel S. bi dawî bûne. Di navbera 2-4 salan de cezayê girtîgehê, li her du girtiyan hate birîn.

Darizandina Malûm Dora, Mîrza B., Merdan K. û Abdullah Ocalan dewam dike û hîna rûniştinên Alî O., Alî E. û Ozgur A. jî destpê nekirine.

Siyasetmedarê Kurd Mûstafa Çelîk ê ku 2 sal û 7 mehan girtî maye, di rojên borî de ji Gîrtîgeha Bremenê hatibû berdan. Çelîk wê 5 salan di bin denetîmê de be.