BI DÎMEN

Bi sedan kes ji bo meşa azadiyê ya li Reîmsê li hev civiyan

“Meşa Azadiyê ya 25 kesî”, bi Kolektîfa Piştgiriya bi Kurdistanê re ku ji 12 rêxistinan pêk tê li Reîmsê hat lidarxistin. Endamê Kolektîfê Mîchel Georges da zanîn ku divê Fransa jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rola xwe bilîze.

Meşa 25 rojan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi 25 kesan re ku nûnertiya 25 salên esaretê dikin, di roja 3’yemîn ya dawî de ye. Meşa Azadiyê ku her roj li bajarekî cuda pêk hat, li Reîmsê di roja 22’an de berdewam kir.

Ji bajêr bi sedan kes beşdarî meşa 25 kesan bûn û rêxistinên Partiya Komunîst a Fransayê, Tevgera Komunîst a Ciwan a Fransayê, Partiya Çep, Piştgiriya bi Koçberan re, Rêxistina Komunîst a Azadîxwaz, Tevgera Serhildêran(LFI), CCDK-Reîms, Lîga Mafên Mirovan, Ciwanên Xwendekarên Alternatîf ên Reîmsê, Pirtûkxaneya Ateş Bocegî, GMI,  Kolektîfa Piştgiriya bi Kurdistanê re (CSK) jî beşdar bûn.

Meş ji ber katedrala Reîmsê dest pê kir û heta ber avahiya şaredariyê ya li Qada Sîmone Veîlê dewam kir.

Berdevka Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Bêrîvan Firat di meşê de daxuyanî da û agahî da derdorê. Berîvan Firat bal kişand ser têkoşîna mezin a Kurdan a li dijî barbariya DAÎŞ’ê û dewleta Tirk.

Bêrîvan Firat bi bîr xist ku 12 hezar ciwanên Kurd ên ku bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine avakirin, li dijî vê hovîtiya bi salan e feda kirine û got: "Heke hûn li vir, li Ewropayê û li her derê cîhanê bi rihetî dijîn bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd e."

Gelê Reîmsê jî eleqeyek nîşanî çalakiyê da û di tevahiya meşê de belavok hatin belavkirin. Di meşê de hate gotin ku divê gelê Fransa hîn bêhtir tevlî meşê bibin.

Nûnerê Partiya Çep Mîchel Georges li ber şaredariya Reîmsê axaftinek kir. Georges diyar kir ku wan Kolektîfa Piştevaniya bi Kurdistanê re ku ji 12 rêxistinan pêk tê, ava kirine û got: “Ji bo çareseriya siyasî divê Fransa jî rola xwe bilîze. Ji bo gelê Kurd çareseriya siyasî esas e. Ji bo çareseriya siyasî pêwîstî bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Divê em têkoşînê bidomînin. Li ser vê bingehê em bang li hemû komele, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî dikin ku tevlî vê kolektîfê bibin. Gelê Kurd jî mîna hemû gelên cîhanê azadiya xwe heq dike. Bijî gelê Kurd! Bijî Abdullah Ocalan! Ji Abdullah Ocalan re azadî.”