Bi sedan cotkarên Spanî bi traktoran berê xwe dan Madrîdê

Cotkarên Spanî ku hevrikiya neheq a ji hin welatên li derveyî Yekîtiya Ewropayê tên şermezar dikin, bi sedan traktorî berê xwe dan navenda Madrîdê.

Cotkaran bi banga Ûnîon de Ûnîones (Yekîtiya Sendîkayan) bi daxwaza 'buhayê adîl' li bajarokên cuda yên li herêma Madrîdê serê sibehê li hev kom bûn.

Cotkaran berê xwe dan paytext Madrîdê û plan dike ku piştî nîvro li ber Wezareta Çandiniyê xwepêşandanekê lidar bixin.

Koordînatorê neteweyî yê Ûnîon de Ûnîones Lûîs Cortes ji qenala RTVE'yê re axivî û diyar kir ku cotkar naxwazin di hilberandina û firotina berhemên xwe de bixisirin. Cortes bang kir ku kirîna ji derveyî Spanyayê divê hîn bi baldarî bê kontrolkirin.

Cortes ragihand ku tedbîrên rojên dawî ji aliyê hikumeta Serokwezîr Pedro Sanchez ve hatin ragihandin têrê nakin.

Tevî Madrîdê tê payin ku roja Çarşemê li herêmên Mûrcîa û Malaga jî mîtîng werin lidarxistin.

Cotkarên Spanyayî ji 1'ê Sibatê û vir ve li tevahiya welêt xwepêşandanan lidar dixin.