Bi çandina daran a li çiyayê Mont-Soleîlê Şehîdên Rojava hatin bibirîanîn

Şervanên enternasyonalîst ên di berxwedana Rojava de şehîd bûne, li çiyayê Mont-Soleîl a bajarê St.Îmîer a Swîsreyê bi çandina daran hatin bibîranîn.

Ji bo bîranînên bi dehan şervanên enternasyonalîst ên ji welatên cuda yên Ewropayê di berxwedana Rojava de şehîd bûbûn, li çiyayê Mont-Soleîlê bi çandina daran hatin bibîranîn. Di axaftinên bi Elmanî, Fransî û Kurdî ji aliyêm Kolektîfa Daristana Mont-Soleîlê hate kirin bal hate kişandina ser meşa hem wext li Rojava hate kirin û ev hate gotin: “Ji bo azadiya gelan berê xwe dan Rojava. Cih di avakirina sîstema siyasî û sosyal a alternatîv de girtin û di vê oxirê de canê xwe dan. Ji bo bîranîna şervanên ku di oxira hesretên xwe de şehîd bûne, em li çiyayê Mont-Soleîlê daran diçînin.”

Gelek komên cihê xwe di nava vê kolektîfê de digirin dar çandin. Malbatên Barbara Kîstler, Îvan Hoffan û Ferderîchanerî Geoges Demonchaûxê jî cihê xwe di bîranînê de girtin û li gel her dara ku hate çandin kevinên ku navê şervanên enternasyonalîst ên şehîd bûne li ser û bi renga reng hebûn hatin danîn.

Li ser navê Komîsyaon Mabatên Şehîdan a Swîsreyê Tahsîn Farqîn axivî û diyar kir ku sîstema li Sûriyeyê hate avakirin ne tenê sîstemek ku bi têkoşîna Kurdan bi tevlîbûna bi hezaran kesî yên ji derverên cîhanê û berdêlan hate avakirin.  Hevrêyê Frederîchenrî Georges Demonchaûx ê li Rojava şehîd bûbû çiya jî axivî û got: “Hevrêyê min Gabar dema şer kir birîndar bû û vegeriya Fransa. Dema baş bû dîsa çû. Ji bo bibe parçeyek ji sîstema wir çû. Xwe weke Kurdekî didît. Dixwest li wir bê spartina axê. Weke Kurdekî şehîd ket.

Ji Komîteya Berxwedanê ya Elman Mîchel jî axivî û diyar kir ku şervanên şehîd bûne û hê jî şervanên şer dikin hêviyên jiyan û cîhaneke nû ji bo wan didin. Birayê Barbara Kînstler jî aixvî û jiyana birayê xwe vegot. Piştre jî MLKP û gelek komên din jî axaftinên kurt kirin.

Di dawiya bîranînê de wêneyên her şehîdekê li çiqilê darekê ve hate kirin û find hatin pêxistin. Dîsa stranên Fransî û Îngilîzî, Ermenî, Kurdî û Tirkî hatin gotin.