Bi çalakiyeke bêdeng qeyûm hatin şermezarkirin

Desteserkirina şaredariyên HDP’ê yên bajarên Amed, Wan û Mêrdînê li paytexta Elmanya Berlînê bi çalakiyeke bêdeng hate şermezarkirin.

Xwepêşandanên li dijî desteserkirina şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amed, Wan û Mêrdînê dewam dikin. Girseya ku li paytexta Elmanya Berlînê hatin ba hev, bi pankart û dowîzên hildabûn bêdengiya welatên Ewropa bi çalakiyeke bêdeng şermezar kirin.

Çalakiya ku ji aliyê Civaka Kurdistana Azad a Berlînê ve hate kirin, li Qada Kûdamm a navenda tûrîstiyê ye pêk hat. Di çalakiyê de li dorî dêra hilweşiyayî ya dîrokî pankartên bi zimanê Elmanî û Îngilîzî hatin pêçan.

Her wiha di çalakiyê de bal hate kişandina ser qetilkirina xwezaya Kurdistanê û daxwaz hate kirin ku rêveberiya Berlîn dawî li hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re bîne. Her wiha li dijî siyaseta qeyûman banga têkoşîna hevpar hate kirin.

Çalakî bi belavkirina belavokan a saetên şevê bi dawî bû.