Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd AbdullaH Ocalan a li Strasboûrgê di roja 68’an de bi biryardarî didome. Serdanên piştgirîdayînê şevê din û îro jî dom kir.
Şevê din girtiyên TKP/ML û MLKP’ê ku di salên 1996 û 2000’an de beşdarî berxwedana rojiya mirinê ya li girtîgehan bûbûn, hatin serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê. Berxwedêr bi çalakgeran re civiyan û gotin ku li dijî tecrîdê dixwazin piştgiriya berxwedanê bikin.
‘PEYAMEKÊ DIDE HEMÛ KÊMENETEWAN’
Berxwedêrê greva birçîbûnê û girtiyê berê yê ji doza TKP/ML’ê Saît Oral Ûyan ê di serdanê de axivî got: “Ev peyama berxwedêran; a beden hucre bi hucre dihele, sîleyeke herî mezin a hucreya mezin a li ser Tirkiye û Kurdistanê parçe dike ye. Ji bo vê ev peyam xwedî taybetmendiyeke ku peyamê di serî de dide Kurd, Tirk û hemû kêmenetewên li cîhanê. Vê çalakiyê carekî din silav dikim.
Li ser navê çalakgerên greva birçîbûnê siyasetmedar Mûstafa Sarikaya axivî û got; “Hevalên ku ji grevên birçîbûnê yên salên 1996 û 2000’an hatin, berxwedan û greva birçîbûnê baş dizanin. Hevalên ku mil bi mil bi hevre yê têkoşînê ne.”
Sarikaya bal kişand li ser dîroka berxwedanê ya erdingariya Kurdistan û Tirkiyeyê û got; “Li vê erdingariyê bi navê xweşikbûnê çi hebe em deyndarê vê berxwedanê ne. Bi berxwedanê em serketin û vê carê jî em ê bi berxwedanê serbikevin.”