Berxwedêrên Strasboûrgê ji bo 8’ê Adarê peyam weşandin- NÛ BÛ

Li Strasboûrgê 80 roj in ji bo rakirina tecrîdê çalakger li ber xwe didin. Berxwedêran ji bo 8’ê Adarê peyam dan.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 14 çalakger 80 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Li ser navê berxwedêran hate diyarkirin ku divê di 8’ê Adarê de mirov dakevin qadan.

Peyamên berxwedêran wisa ne:

Gulistan Îke: Ez beriya her tiştî 8’ê Adara hemû jinên azadîxwaz pîroz dikim. Çalakiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya jinan tê kirin. Li her derê berxwedan tê kirin. Sermesele li Bakurê Sûriyeyê li dijî dijminên mirovayetiyê, li dijî DAÎŞ’ê têkoşînek tê meşandin. Di vê têkoşînê de jin jî hene.

Di têketina 8’ê Adarê de ev berxwedan wê bi ser bikeve. Jinên Kurd ên berxwedêr wê vê mizgînî bi mirovayetiyê re par ve bikin. Jinên Kurd, Ereb û gelên din ji bo hilweşandina feraseta mêrparzê têdikoşin. Berxwedana me ya li hemberî feraseta mêran, şer û mirinê didome.

Di 8’ê Adarê de wê jin dakevin qadan û wê mizgîna serfiraziya berxwedanê bidin.

Faşîzma AKP û Erdogan herî zêde ji jinan ditirse. Ji ber vê jî bi geşkirina dengê jinan re wê faşîzm têk biçe. Divê em ji bîr nekin ku jina li ber xwe dide û têdikoşe, bedewtir dibe. Werin bi em hev re bibêjin, ‘Jin, jiyan, azadî’”

BAŞARAN: BERXWEDAN MIROVAN BEDEWTIR DIKE

Nurgul Başaran: Wekî ku tê zanîn dîroka cîhanê li ser pişta jinan bi pêş ketiye. Dîroka 5 hezar salan ji ser keda jina pêk hatiye. Di vê qonaxê de ne bi tenê li ser bedena jinê, li ser keda wê jî êrîş pêk hatiye. 8’ê Adarê awayê dijderketina van êrîşan e. Em li ser navê sê jinên berxwedêr ên li Strasboûrgê û li ser navê hemû berxwedêran dikarin bibêjin ku berxwedan mirovan bedewtir dike. Li Rojava YPJ û pêşenga vê berxwedanê Leyla Guven, jinên berxwedêr ên li girtîgehan,pêşengiya vê berxwedanê dikin.

Li ser esasê têkoşîna Sara, em 8’ê Adarê ya hemû jinan pîroz dikin. Em diyar dikin ku, ev saleke berxwedanê ye. Em serkeftinê ji hemû berxwedêr û çalakgeran re dixwazin.

SÎNCAR: DIVÊ 8’Ê ADARÊ BIBE ROJA AZADIYA MIROVAHIYÊ

Şukran Sîncar; “8’ê Adara 2019’an berxwedana jina Kurd ji nûve bi jiyanê re dicive. Îro berxwedana 125 jinên ku ji bo xwedîderketina li keda xwe li Emerîkayê hatibûn qetilkirin, bi berxwedana jina Kurd a Rojava, zindan û Ewropayê gihiştiye qonaxeke nû. Û niha jî gihiştiye qonaxeke taybet. 8’ê Adara 2019’an ne tenê ji bo jinan divê ji bo hemû mirovahiyê bibe roja azadiyê. Ji bo vê jî divê hemû jin ji nû ve bi berxwedanê re jiyanê biafirînin û vî demê veguherînin demê azadiya gelan. Bi vê armancê 8’ê Adarê divê li hemû qadan bi hemû rengan û hemû gelan bibe bihara azadiya 2019’an.”

‘PARÇEYEK JI BERXWEDANA ME AZADIYA JINÊ YE’

Yuksel Koç; “Li ser navê 14 çalakgerên azadiyê yê Strasboûrgê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinên berxwedêr pîroz dikim. Nûnertiyên vê rojê Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan) û şehîdên vê tevgerê pêşengitiya vê dikin. Eger îro Tevgera Azadî û şoreşa Kurdistanê gihiştibe merheleyekê ev bi têkoşîna jinan a li dijî desthilatdariya zilam û ya dijmin çêbûye. Berxwedanekî dîrokî hatiye nîşandan.

Îro tevgera me bi tevgerekî ya azadiya jinê tê zanîn û naskirin. Berxwedana me ya îro li dijî tecrîdê dîsa ji aliyê jin, yanî bi pêşengiya hevrê Leyla guven dest pê kiriye û ev li hemû qadan jî wiha ye. Parçeyek ji vê berxwedanê azadiya Rêber Apo û parçeyek din a girîng jî azadiya jinê ye. Di cîhanê de gelek demokrat, sosyalîst û rêberên çep hatin. Lê tu kesê weke Rêber Apo di paradigmaya azadiya jinê de cih nedaye. Em KCDK-E ji bo hemû meclîs û pêkhateyan re dibêjin; bi rûhê heval Sara bi rûhê heval Rojbîn 8’ê Adarê li qadan pîroz bikin. Divê li hemû cîhanê li qadan bin. Jin Jiyan Azadî.... Bijî Serok Apo..”

Agît Ûral: 8’ê Adarê li Leyla Guven pîroz dikim û serketinê jêre dixwazim. Wek ku Rêber Ocalan dibêje; ‘Her kesê di nava şoreşê de cih digire, ciwan dibe, bihêz û  zana dibe.’ Em niha vê rastiyê dibînin.  Jinên ku di nava şoreşê de cih digirin, azad, şervan û ciwan in. Ji bo vê dibêjin 8’ê Adarê li hemû jinên şervan û jinên şoreşger pîroz be.

Ayvaz Ece: 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz dikim. Divê jin jî weke mêran azad bijîn. Divê jin azad bibin, eger jin azad nebin ti tişt azad nabin.

Denîz Sûrgît: Di serî de 8’ê Adarê li jinên li Rojava li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li ber xwe didin û hemû jinan pîroz dikim. Çawa ku me li Rojava dît dema jin pêşengtiyê bikin, serketinên hê mezintir tên bidestxistin. Pradîgmaya Rêber Apo di serî de ji bo jinê û hemû cîhanê bûye hêvî. Dema ku tecrîda li ser Rêber Apo hate şikandin, wê tecrîda li ser nasnameya jina azad jî bê şikandin. Bijî Berxwedan û serketin ya me ye.