Berxwedêrên Strasboûrgê: Em ê vê biharê bikin bihara serketinê

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê bi beşdarbûna bi deh hezaran kesan Newroz bi coşeke mezin hate pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de peyama Însiyatîfa ji Ocalan re azadî hate xwendin.

Berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Straboûrgê ji bo Newroza Frankfûrtê peyam şand. Berxwedêran gotin; “Peyama Newrozê ya ji Kurdistanê rêya tekoşîna me Kurdistaniyên li Ewropayê jî zelal kir. Em bawer dikin bi berxwedana Newrozê em ê vê biharê bikin bihara serkeftinê.”

Peyama berxwedêran wiha ye;

“Newroza serkeftinê Pîroz be

Gelê me, dost û hevalên Hêja;

Em weke koma Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî, 14 çalakgerên li Strasbourgê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo di çalakiyê de ne, we bi ruhê berxwedanê silav dikin. Newroza we Pîroz be.

Hevalê Ugur Şakar û Zulkuf Gezen di pêngava şikandina tecrîdê û têkbirina faşîzmê de xwe feda kirin.  Ew di heman demê de şehîdên Newroz û serkeftinê ne. Hezar silav li giyanê wan yê pak.

Ugur Şakar di 20’ê Sibata 2018’an de li dijî tecrîd û bêdengiyê agir berda bedena xwe û di roja Newrozê de giha şehadetê. Heval Ugur li ser şopa Ronahî û Berîvanan, Umut Acar û bi dehan hevalên ku gotin hûn nikarin roja me tarî bikin meşiya. Di nameya li pey xwe hiştî de heval Ugur banga xwedîderketina li pêngava berxwedanê kir. Ev jî nîşan dide ku heval Ugur yek ji wan hevalan bu ku ruhê demê baş fam kir û çalakiya fedaî pêk anî.

Heval Ugur û Zulkuf bûn pêşengên vê berxwedanê. Lewma Newroz bi giyanê wan yê berxwedêr li seranserê welat û cîhanê hat pêşwazî kirin. Gelê me li Kurdistan û her aliyê cîhanê li armanc û ruhê wan xwedî derket û li qadan bi geşkirina agirê Newrozê bersiv da şehîdan.

Di Newroza 2019’an de bi milyonan kes li qadan bûn. Bi raperîna Newrozê gelê me eşkere kir ku ew ê pîlanên dagirkerî û faşîzmê têk bibin. Elbet gelê Kurd bi ruhê azadiyê ku Rêber Ocalan afirandiye bûye gelê Newroz û serkeftinê.

Di Newrozê de mizgîniya têkbirina DAÎŞ’ê  tam li gorî ruh û wateya Newrozê bû. Apoyiyan ji zalimên roja me ku weke DAÎŞê bû belaya serê gelan û cîhanê, di vê roja dîrokî de têk bir. Vê serkeftina dîrokî  di heman demê de rêya têkçûna dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk vekiriye.

Di Newrozê de gelê me li qadan peyam da ku ewê bi ruhê berxwedanê pergala dagirker û faşîst têk bibe.

Peyama Newrozê ya ji Kurdistanê rêya tekoşîna me Kurdistaniyên li Ewrupayê jî zelal kir. Em bawer dikin bi berxwedana Newrozî em ê vê biharê bikin bihara serkeftinê.

Pêngava berxwedanê ku di pêşengiya Leyla Guven de dest pê kir, bi ruhê Newrozê wê bigehe serkeftinê. Em jî weke 14’yên li Strasbourgê û hemû çalakgerên li Ewrupayê dubare eşkere dikin; bi peyama Newrozê û bi wesiyeta şehîdên Newrozê Heval Ugur û Zulkuf emê vê berxwedanê bigehînin serkeftinê. Lewma em dubare banga bilindkirina tekoşînê û mezinkirina berxwedanê li Kurdistanî û dostan dikin. Bijî Newroz ! Bijî Kurdistan! Bijî Rêber Apo! Berxwedan Jiyan e! Jin Jiyan Azadî!