Li Frankfûrtê bi coşeke mezin Newroz hate pîrozkirin-NÛ BÛ

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê bi beşdarbûna bi deh hezaran kesan Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin û di pîrozbahiyê de bal hate kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana grevên birçîbûnê.

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê bi beşdarbûna bi deh hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin. Pîrozbahiya Newrozê serê sibê bi meşên ji du baskan ve dest pê kir û Newroz diyarî Ûgûr Şakar hate kirin ê ku 20’ê Sibatê li dijî tecrîdê bedena xwe dabû ber agir û şehîd bûbû.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Jin jiyan azadî’ hate berzkirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Zulkuf Gezen ê li girtîgehê çalakiya fedayî kir, Ûgûr Şakar û berxwedêrên grevên birçîbûnê hatin hildan.

Piştî ku bi deh hezaran kes gihiştin qada Newrozê pîrozbahî bi sirûda Ey Reqîp dest pê kir. Di pîrozbahiyê de berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin, nûnerên Kawa Nazli Emekdar, Emîn Denîz, nûnerê Die Linke û Hevserka KCKD-E Fatoş Goksûngûr axivîn. Di axaftinan de bal hate kişandin li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedana grevên birçîbûnê û bêdengiya welatên Ewropayê. Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngûr Newroz li gel pîroz kir û got “Em Newrozê diyarî berxwedêrên çalakiya fedayî dikin.”

‘GELÊ KURD WÊ XWEDÎ LI SAZIYÊN XWE YÊN LI EWROPAYÊ DERBIKEVE’

Goksûngûr got heta ku tecrîd neyê şikadin wê di nava çalakiyan de bin û wiha domand; “Ji bo girêdanbûyina ji bo bîranîna hevalên me yên çalakiya fedayî kirine divê em têkoşînê hê bêhtir geştir bikin. Min silavên Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç ji we re aniye. Em jî serî de Leyla Guven û hemû hevalên di greva birçîbûnê de ne silav dikin. Newroza wan pîroz dikin. Em di nava pîrozbahiyekî Newrozê de ne ku çeteyên DAÎŞ’ê yên li dijî mirovahiyê hate tunekirin. Xaka Rojava êdî ji çeteyên hov ên DAÎŞ’ê hate girtin.”

Goksûngûr diyar kir ku Kurd bersiva hilbijartina 31’ê Adarê di Newrozê de da û wiha got; “Roja 31’ê Adarê gelê me wê bigihîje îradeya xwe. Wê bersiva pêwîst ji desthilatdariya AKP-MHP’ê re were dayÎn. Em bang li hikûmeta Elman dikin hûn politîkayên AKP-MHP’ê pêk tînin. Dawî li zextên xwe yên li ser gelê Kurd bînin ji ber ku Kurdên li Ewropayê wê xwedî li saziyên xwe derbikeve.”

BERXWEDÊRÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ PEYAMA BERXWEDANÊ DAN

Çalakgerên gereva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mele Mûtafa Tûzak, Omer Bagdû, Cemal Kobanê û Şiyar Xelîl derketin ser dikê û gel silav kirin.

Berxwedêrên greva birçîbûnê diyar kirin ku heta tecrîd bidawî nebe wê çalakiya wan bidome.

Di pîrozbahiya Newrozê de peyama KJK û Meclîsa Ciwanan hate xwendin.

Konseya Rêveber a KJK'ê peyamek şand ji pîrozbahiya Newrozê re. Çend ji xalên sereke yên peyama KJK'ê wiha ne:

"Di roja îro de li hemberî ew tecrîda mutlaq a ku li ser Rêber APO tê bi rêvebirin ew rihê azadiyê careke din di şexsê jina Kurd de parlamentera Colemêrgê hevala Leyla Guven ku li hemberî tecirîda mutlaq, dest bi gireva birçîbûnê ya bê dem û nedorveger kir. Hevala Leyla a ku pêvajo xwend û xeteriya ku li ser tevgera azadiyê û Rêber APO dît di wê kêliyê de bêyî ku dereng bimîne dest bi çalakiya xwe kir û wiha got ( Ji bo me şermekî mezine ku heya niha Rêberê me di nava çar dîwaran de ye û dibêje ku ez rexne dayina xwe ji bo Rêber APO didim) û piştî çalakiya pêşengiya Leyla Guven pêlê berxwedanê her çû mezin bû.Ji Kurdîstanê heya Ewropayê bi dehan berxwedêr li hûndir û derva de, li bakurê Kurdistanê, li başurê Kurdistanê jî îro pêşengtiya wê heval Herêm Mehmud dike dîsa li Ewropayê û 7.000 siyasetmedarên Kurd di nava çar dîwaran de di rewşên herî zehmet de ji bo azadiya Rêber APO û Kurdistanekî azad li berxwedidin. Ev jî di bin banê şiara ku dibêje (Em ê Tecrîdê bişkînin, Faşîzmê têk bibin û bi Rêber APO re azad jiyan bikin) pêl bi pêl belav dibe. Îro bi hezaran gelê me ji bo şikandina tecrîdê û têk birina faşîzmê li ser piyane û her wiha di asta navnetewî de bi awayekî xûrt belav dibe. Ji bona wê Newroza 2019’an de tê xwestin ku topyekûn berxwedan bê bi rêvebirin, eger em wisa bikin Emê tecrîdê bişkînin û faşizm hilweşînin. Çawa ku Kawayê hesinkar bi rihê dest xistina azadiyê li hemberî Dehakan li berxweda ew taribûna li ser gelê Kurd û Rojhilata navîn rakir, îro jî berxwedaniya ku bi pêşengtiya wê hevala Leyla û di nava zîndanan de ew tarîbûna ku nefes li gelê Kurd çikandiye emê têk bibin û wê serkeftin ya me be. Di çalakiyên 8’ê Adarê de bi milyonan jin daketin qadan û qêrînên azadiyê bilind kirin. Heqîqeta xwe ji vê rastiya berxwedanê digire.
Çawa ku sed sala 19 bûye sed sala partiyên burjuva, sed sala 20’an jî ya partiyên kedkaran, wê sed sala 21’an jî wê bibe sed sala partibûnê ya girêdayî jinê . Di vê em sed sala ku jin tê de dijî wekî qonaxekî civakê ya îradeya jinê ku bi hêz dibe bibînin, vejîna jinê ya azad, wê bi giştî di hemû saziyê civakê de azadbûnê û ronîbûnê bi xwe re bîne .

Tevgera jin KJK’ê bi çanda xwe ya berxwedaniyê hatiye heya vê astê, ji Sarayan, Zekiyeyan, Bêrîvan û Ronahiyan, Rehşanan, Bêrîtanan, Zîlanan, Semayan, Avêstayan û niha jî hevala Leyla ku vê berxwedaniya xwe ya ku dirokê dinivîsîneû bi hezaran hevalên jin yên ku di nava çar dîwaran de li berxwedidin û têkoşina xwe ya azadiyê li hemberî zihniyeta faşîst û qirker bi vê rihê azadiyê wê teqez ev tecrîd bê şikandin û wê faşizm jî hilweşê. Ji ber ku şikandina tecrîda ya li ser Rêber APO tê wateya şikandina tecrîdê ya li ser jinê jî û divê wateya de wê civak jî ji zilma faşizma tîfaqa AKP û MHP xelas bibe. Ji ber ku îro berxwedaniya ku jin  pêşengtiya wê dike derbasî nava hemû civakê bû. Ji bo ku em sala 2019 bikin sala azad kirina Rêber APO û parastina deskeftiyên ku li Rojavayê Kurdistanê hatine qezenc kirin û di heman demê hilbijartinên xwe cihîyên li Bakurê Kurdistanêkû di 31’ê Adarê de dê pêk were pêwîste em hemû li derdora çalakiya hevala Leyla kom bibin û hîna zêdetir li her derê Kurdistanê vê berxwedanê bilindtir bikin. Ji ber ku wê çalakiya hevala Leyla wê di ava kirina yekitiya netewî jî roleke xwe yê sereke dileyze.Ji bo em jî bibin perçeyekî ji wan hevalên ku ji bo azad kirina Rêber APO canên xwe dihelînin, em bê navber û 24 seetan û bi milyonan li kolanên Ewropayê li ser piya bin wê deme emê hemû saziyên navnetewî û dewleta faşist ya Erdoxan bibin ber lingên Rêber APO. Ji ber ku îrada civakê hemû sisteman duruxîne. 

Carek din em cejna Newrozê li wê piroz dikin û em bawerin ku gelê me yê li Ewropayê wê tenê ne di roja Newrozê de wê hemû rojan bike rojên Newrozê. Ji ber Newroz berxwedan e, vejîn e, azadiye. Bi vî awayî wê gelê me ji piştgirî dayinê zêdetir pê re bibe yek û berxwedana xwe xûrt bike. Bi vê em bawerin ku gelê me wê Tecrîdê bişkîne, Faşîzmê hilweşîne û Rêber APO azad bike. Ji bona vê Newroz ji bo gelê Kurd, berxwedane, azadiye, vejîne. Bi vê rihê Newrozê emê bigihijin serkeftinê. Hevalê Mezlum ji bo me got (Berxwedan Jiyan e) bi vê rihê ku heval Mezlum diwarên zindana Amedê hilweşand û tîrêjên ronahiya azadiyê li her derê Kurdistanê belav kir, bivê rihê çawa ku gele me yê Ewropa ji pêvajoyên herî zehmet erka xwe pêk aniye, ji bo şikandina vê terîdê de jî wê bi erka xwe ya dirokî rabe.
Serketin ya me ye. Emê  teqeztecrîdê bişkinin û bi Rêber APO re azad bijîn."

Piştre Dilovan, Nûarain, Grup Abdual û koma govendê derketin ser dikê û pîrozbahî bi govendê bidawî bû.