‘Bêdeng nemînin û demildest tevbigerin‘

Kurdistanî û enternasyonalîstên li ber Parlamentoya Fransayê hatin ba hev, bêdengiya hikûmetê ya li hemberî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk rexne kirin û banga bi erka xwe rabin kirin.

Li paytexta Fransa Parîsê, ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, êrîşên kîmyewî û ji bo piştevaniya bi Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, li ber Parlamentoya Fransayê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê Koma Piştevaniya Serhildan û CDK-F’ê ve hat organîzekirin. Di çalakiyê de alên YPG, YPJ’ê û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta “Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, Kurdistanê biparêz e“ hate hildan.

Di çalakiyê de ji bo Şehîdên Şoreşê rêz hate girtin. Li vir daxuyanî hat xwendin û hate xwestin ku hemû welatên Ewropayê bi taybetî jî hikûmeta Fransayê ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk bê deng mane, tavilê berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku êrîşên li dijî Kurdistanê azadiya jinê, ekolojî û mirovahiyê ye, banga mezinkirina têkoşînê li dijî êrîşan li qadan hate kirin.

Çalakî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Ji Kurdistanê çareseriya siyasî“ bi dawî bû.