Meşa 3 rojan a bi 158 kesan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Başûrê Fransayê didome, roja duyemîn li pey xwe hişt.
Çalakvanan ku li ber avahiya Şaredariya Marîgnaneyê ya ku ji bo meşa îro lê man, bi girseyî hatin rêkirin. Çalakvan di bin barana dijwar de meşa xwe domandin û xwe gihandin Marsîlyayê.
Wê sibê saet di 10:00’an de li Qada Canabîereyê bi hezaran kes bên cem hev û li ber Nûnertiya Parlamentoya Ewropayê mîtîngê li dar bixin.
Komîteyê bang li her kesî kir ku bi hezaran li Qada Canabîereyê ya ku cihê destpêkirina çalakiyê ye, li hev bicivin û got, "Em ê li dora Rêber Apo bibin yek û komploya navneteweyî pûç bikin. Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bixwazin. Em ê bibêjin hûn nikarin gelê Kurd paşguh bikin. Di 17’ê Sibatê de wê bi sed hezaran kes ber bi Kolnê ve biherikin.”