Aydar: Mîtînga li Dusseldorfê divê asta herî bilind be

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar ji bo meş û mîtînga 25'ê Hezîranê ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê li her kesî kir û got, "Ev çalakiya me divê bibe asta herî bilind a hemû çalakiyan."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar li ser meş û mîtînga li Dusseldorfê ku wê 25'ê Hezîranê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li hemberî dagirkerî û êrişên bi çekên kîmyewî bê lidarxistin, ji ANF'ê re axivî.

Zubeyîr Aydar anî ziman ku dewleta Tirk li her qadê êriş dike û got, "Li gel bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî, gefa êrişê û dagirkeriyê li Rojava dike, êriş dike. Li Bakurê Kurdistanê jî her roj bi dehan mirov têne destgîrkirin, têne girtin û êşkence li wan tê kirin. Ev yek êrişa topyekûn a hikumeta heyî, ya dewleta Komara Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan e."

15 MEH IN AGAHÎ JI SEROK APO NAYÊ GIRTIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar işaret bi asta giran a tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku ji Adara 2021'ê û vir ve nikarin agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd werbigirin. Aydar got, "Ev rewş gelekî giran e. Ji 25'ê Adara 2021'ê ve yanî 15 meh in ti agahî ji Serok Apo nehatiye wergirtin. Berê jî demeke dirêj tecrîdeke giran hebû. Di hilbijartinên 2019'an de hinekî hate sistkirin, lê belê ji sala 2015'an û vir ve bi giştî 7 sal in tecrîdeke giran heye, dikeve sala 8'an. Her wiha li girtîgehan hemûyan zexteke giran heye. Hewl didin ku girtîgehan veguherînin qadên mirinê."

Zubeyîr Aydar nerazîbûnên li asta neteweyî û navneteweyî li hemberî tecrîdê têne nîşandan bi bîr xist û got, "Li dijî tecrîdê di her astê de gelê me nerazîbûnê nîşan dide. Li qada navneteweyî jî di çarçoveya kampanya ji bo azadiya Serok Apo de hewldan têne kirin. Herî dawî çend roj berê li Îngilistanê di kongreya sendîkayeke din de hewldaneke bi heman rengî hebû."

Zubeyîr Aydar bal kişand ser serlêdana 775 parêzeran a ji bo çûyîna Îmraliyê û got, "Ev hewldaneke girîng bû. Bi dîtina min divê çapemeniyê vê hewldanê bide pêş, ji ber ku hewldaneke ji rêzê nîne. Yanî eger 775 parêzer li hev kom dibin û dibêjin, 'ez dixwazim hevdîtinê bikim' hingî ev gelekî girîng e."

DI VÊ DEMÊ DE GOTINA 'EZ Ê BIÇIM ÎMRALIYÊ' GIRÎNG E

Li ser Meşa Gemlîkê ya Mezin jî Aydar got, "Daxwaza gelê me ya ji bo çûyîna Gemlîkê, ku di her astê de li her cihî pêşî li vê meşê hate girtin, gelekî girîng bû. Di demekê de ku li her derê çalakiyên demokratîk bi temamî hatine qedexekirin, girîng e ku li gel êşkence, destgîrkirin û girtinê jî mirovan li her bajarî berê xwe dan Îmraliyê û gotin, 'Ez ê biçim Gemlîkê, ji wir jî biçim Îmraliyê'."

ÇALAKÎ RABÛNA LI BER DAGIRKERIYÊ YE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar çalakiya Kurdistaniyên li welatên Beneluksê ku ji 3'ê Gulanê ve li pêşiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) her hefte tê lidarxistin, bi bîr xist û got, "Li aliyê din gelê me û dostên me li dijî dagirkeriyê û êrişên bi çekên kîmyewî têdikoşin. Yanî dixwazin bala raya giştî bikişînin ser mijarê."

Aydar girîngiya çalakiyên "Kurdistanê biparêze, şoreşê biparêze" bi bîr xist û ji bo van çalakiyan got, "Serîhildana Kurdan û dostên wan a li dijî dagirkeriyê ye." Aydar got, "Ji Tokyo heta Toronto, yanî li tevahiya Ewropa, Awûstralya û Emerîkayê li her derê her roj li dijî êrişên bi çekên kîmyewî, li dijî dagirkeriyê Kurd û dostên wan serî hildidin. Ev çalakiyeke gelekî girîng e. Di her astê de dewam dike."

HER KESÊN KU KEDA XWE DI NAV DE HEYE SILAV DIKIM

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar li ser meş û mîtînga 25'ê Hezîranê ya li Dusseldorfê jî axivî ku wê bi pêşengiya Însiyatîfa Aştiyê ya Defend Kurdistanê pêk were. Aydar her kesên ku keda wan di çalakiyên heta niha de heye silav kir û destnîşan kir ku meş û mîtînga 25'ê Hezîranê wê bibe asta herî bilind a çalakiyên heta niha hatine lidarxistin.

Aydar bi vê têgihiştinê bang li Kurdistanî û dostên Kurdan ên li Ewropayê kir ku 25'ê Hezîranê tevlî meş û mîtînga li Dusseldorfê bibin.