AVEG-KON: Li dijî dagirkeriyê bi ruhê serhildanê dakevin qadan

AVEG-KON'ê der barê êrîşa dagirkeriyê ya li Metîna daxuyaniyek da û got: "Li hemberî hewldanên qetilkirina zarokên bi rûmet ên gelê me, divê em li ber xwe bidin.”

Konfederasyona Koçberên Bindest ên li Ewropayê (AVEG-KON) têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser herêma Metîna daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya AVEG-KON’ê wiha ye:

"Kolonyalîzma Tirk a faşîst ji 16'ê Nîsanê û vir ve bi êrîşên hewayî û topan ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, êrîşên xwe yên dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê plan kiriye. Êrîşên ku beriya serdana şefê faşîst Erdogan ên li Bexdayê hatibûn destpêkirin, gund û bajarokên Metîna hatin armanckkirin. Eşkere ye ku şefe faşîst Erdogan dixwaze beriya serdanê zextê li rêveberiya herêmê û PDK’ê bike û daxwazên xwe ferz bike.

Hewldanên dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê bi bomberdûmana hewayî û topan, di esasê xwe de armanca wan ew e ku herêmên gerîla bixin bin kontrola xwe. Ji ber ku di heman demê de bi propaxandayên qirêj ên tund û êrîşa dagirkeriyê ya li ser Metîna, armanc dike ku xetimandina xwe ya li Zapê veşêre.

Êrîşên li dijî gerîla, çavkaniya rûmeta gelê Kurd û gelê Başûrê Kurdistanê, helbet wê îro jî bi heman awayî bê bersivandin, Kolonyalîzma faşîst 1000 seferan li dijî gelê Kurd bike jî, wê di nava çoleke ku veger jê nîne de bixeniqîne.

Li dijî van êrîşên dagirkeriyê û hewldanên gerîlayan ên qetilkirina zarokên bi rûmet ên gelê me, divê em bi çalakiyên xwe li ber xwe bidin. Divê em kolanan bi şermezarkirina kolonyalîzmê dorpêç bikin!”