Aktîvîstê Ermen Dibsigian: Divê em tevî Kurdan li ber xwe bidin

Ji beşdarên Konferansa Ciwanan a Cîhanê aktîvîst Verj Dibsigian got, "Em Ermen divê êdî çavên xwe vekin! Ji rewşa xwe ya berê rizgar bibin, helwesteke şoreşgerî nîşan bidin. Divê em li gel Kurdan berxwedanê dewam bikin."

Ji beşdarên Konferansa Ciwanan a Cîhanê ya li Parîsê aktîvîstê Ermen Verj Dibsigian êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û Ermenistanê nirxand.

Dibsigian got, "Ez ji koma 'Ji bo Rojava rabe ser piya' me. Û îro li Parîsê em ji bo Konferansa Ciwanan a Cîhanê li hev kom bûn. Ji çar aliyên cîhanê 400 ciwan li vir kom bûne; ji Efrîkayê, ji Kurdistanê, ji kafkasyayê, ji Ewropayê, ji Emerîkayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên nû yên cîhanê li hev kom bûne. Dîrokeke me ya qirkirinê, ya êşê heye. Em dîroka xwe welê bi bîr tînin ku Tirkan çawa em bi rêk û pêk qetil kirin, sirgûn kirin û pirsgirêkên nû ji me re afirandin. Em îro dibînin ku dîrok xwe dubare dike, faşîzma Tirk bi rengê dewleta Azerbaycanê li Artsakhê, li Rojhilat û Rojavayê Ermenistanê gelê me bi rêk û pêk ji cih û warê xwe dike û dikuje.

Ne tenê li Rojavayê Ermenistanê, li Sûriye, Lubnan û Iraqê jî em têne tunekirin. Em dibînin bê Ermen çawa ji cihê ku lê ji dayik bûne, lê mezin bûne hatine qewirandin. Hewl didin zimanê me qedexe bikin, dêrên me, dibistanên me ji holê rakin. Her wiha em dibînin ku Xiristiyan bi rêk û pêk têne sirgûnkirin."

Verj Dibsigian got, "Li dijî êrîşan pêwîstiya me bi çareseriyên nû heye. Nabe ku em şaşitiyên xwe dubare bikin û ji vê jî girîngtir divê em dîrokeke nû biafirînin. Em dibînin ku ciwanên Kurd çawa çavên xwe vekirine, dîroka xwe hîn dibin û têkildarî qirkirina li me hatiye kirin li çi difikirin. Kurd yekem gel e ku hewl dide bi qirkirinê re rû bi rû bimîne. Divê em Ermen jî êdî çavên xwe vekin. Divê em ji rewşa xwe ya berê rizgar bibin û helwesteke şoreşgerî nîşan bidin. Tevî Kurdan divê em berxwedanê dewam bikin."

Di dewama axaftina xwe de Dibsigian got, "Di Konferansa Ciwanan a Parîsê de em bi Kurdan, Fîlîstîniyan û her kesên ku Şerê Cîhanê yê 3'yemîn bandor li wan kiriye, bi hev re ne. Sînor têne guhertin, dîrok têne guhertin û divê em jî di nava vê dîrokê de jinûve bigihêjin hev. Divê em xwe nespêrin hêzên mezin. Ji ber vê yekê divê em bibin yek û en tenê Ermen, divê Ermen bi Kurdan re bibin yek."