AKP'yiyan wesayitên şaredariyê jî ji hev xistin

Eşkere bû ku AKP'ê piraniya wesayitên Şaredariya Serêkaniyê ji hev xistine, parçeyên wan jê kirine û birine.

AKP'Ê WESAYITÊN ŞAREDARIYÊ JI HEV XIST

AKP di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de Şaredariya Serêkaniyê ya Rihayê bi dest xist. Derket holê ku wesayîtên ku ji hila şaredariya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de hatine stendin, niha nayên bikaranîn. Li gorî daneyên fermî divê 89 wesayîtên şaredariyê hebin. Lê belê ji van 75 wesayît nayên bikaranîn.

Hevserokên şaredariyên yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Rahşan Yazar û Ugur Kahraman di qereca şaredariyê de li cihê ku wesayîtên şaredariyê ji wan re hatine hiştin hin lêkolîn kirin.

Yazar diyar kir ku rêveberiya AKP fîloyekî dewr girtin û da zanîn ku niha jî wesayît û meşîneyên kar di asta ku nayên xebitandin de hatine hiştin û wiha got: “Niha hemû wesayît wekî pert bûne û em nikarin bi van wesayîtan xizmetê bikin. Me paqijiya rojane tê kirin jî bi wesayîtên ku hatine tamîrkirin pêk anî. Me kavilek dewr girtiye. Tevî van jî em hewl didin xizmetê bikin.”

Kahraman diyar kir ku nêzîkî tevahiya wesayîtên şaredariyê bêyî lênêrîn, muayene û sîgorte ji wan re hatine hiştin û got ku hin wesayît jî tevî motor gelek perçeyên wan hatine jêkirin û wiha pê de çû: “Bi vî kavilê ji me re hiştine dixwazin dest û piyên me girê bidin û me bînin asta nekirina xizmetê. Lê belê em ê bi piştgirî û xwedîderketina gelê xwe hemû pirsgirêkan çareser bikin û xizmatan pêk bînin.