Abdurrahman Demîr ê welatparêz jiyana xwe ji dest da

Abdurahman Demîr ê Kurdistanî li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû, jiyana xwe ji dest da ku Demîr ev 30 sal bûn li Ewropayê li sirgûnê bû.

Abdurrahman Demîr ê ku di sala 1960’î de li gundê Qesrbelêk ê Nîsêbînê ji dayîk bûyî, di sala 1988’an de kete Girtîgeha Amedê û piştî sê salên girtîgehê di sala 1991’ê de hate berdan. Demîr di sala 1994’an de berê xwe da Elmanyayê û li Stuttgartê  xebatên welatparêziyê bi rê ve birin û di xebatên meclîsa yekem de bi awayekî aktîf cih girt. Demîr di sala 1996’an de koçî bajarê Giessenê kir û li vir jî di nava xebatên Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê (ERNK) de bi awayekî aktîf xebitî. Abdurrahman Demîr heya sala 2005’an bi awayekî aktîf di nava xebatên bi vî rengî de cihê xwe girt û di heman demê de jî di xebatên meclisa yekem de jî xwedî kedeke mezin e û di çalakiyên hevkariya civakî de jî gelekî kar kir.

Wefata Abdurrahman Demir ji aliyê malbat û hevrêyên wî û hemû welatparêzan ve bi xemgîniyeke mezin hate pêşwazîkirin.