Şervanê MLKP/FESK Guneş hate bibîranîn

Şervanê HBDH û MLKP/FESK Sînan Guneş (Sefkan Bûlût) ê 29’ê Nîsana 2020’ê şehîd bû, li Stûttgart a Elmanyayê hate bibîranîn.

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê şervanê  HBDH/FESK Yekîtiya Gerîla ya Bejahî ya Karadenîz Sînan Guneş ê 29’ê Nîsana 2020’ê li Kaxizman a Qersê şehîd bûbû, ji aliyê MLKP’ê ve bi çalakiyekê hate bibîranîn.

Di bîranîna li Stûtthart Lîlo-Herman hate kirin de, daxuyaniya HBDH’ê hate xwendin.

Piştî axaftinên li ser navê MLKP’ê hatin kirin û şûnde, li ser Sînan Guneş nivîsa hatî amadekirin hate xwendin.

Her wiha KOMAW, Partîzan, TKP ML û Aabs jî tevlî bîranînê bûn.