Şervan Azad û Şehîdên Parîsê li Dragûîgnanê hatin bibîranîn

Şehîdên Parîsê û Şervan Azad ê di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de şehîd bû, li Dragûîgnanê hatin bibîranîn.

Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ku 23’yê Kanûna 2022’yan li Parîsê hatin qetilkirin û Şervan Azad (Tekîn Demîrbaş) ku sala 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê hatin bibîranîn.

Bibîranîn, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dragûîgnanê hat kirin. Ji bo bibîranîna şehîdan goşeyek hat çêkirin.

Piştî rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê axavtin hatin kirin û li sînevîzyonê hat temaşekirin.

Di dawiya merasîmê de ji bo tevlêbûyîna çalakiyên ji bo bidawîbûna tecrîdê û pêkhatîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku wê li seranserê Ewropayê bên lidarxistin, bang hat kirin.