Şehîdên Meha Gulanê li Hambûrgê hatin bibîranîn

Li Hambûrgê Şehîdên Meha Gulanê bi meresimekê hatin bibîranîn. Di meresimê de hate diyarkirin ku girêdayîbûna bi şehîdan ve, bi derketina xwedî li nirxên wan ên bi rijandina xwîna xwe afirandine ye.

Li Hambûrgê Şehîdên Meha Gulanê bi meresimekê hatin bibîranîn. Meresim ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Hambûrgê û pêkhateyên Partiya Marksîst Lenînîst (MLKP) ya Hambûrgê ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hambûrgê hat lidarxistin. Piştî girtina rêzê ji bo şehîdên cîhanê û Kurdistanê bi deqeyekê, li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan xwişka kadroyek ji kadroyên pêşengên PKK’ê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Ayten Dûrmûş axavtinek kir.

Ayten Dûrmûş got ku meha Gulanê hem meha xemgîniyê hem jî ya bi serkeftin û şehadetan tacîdar bûye û wiha axivî: “Em her tiştê xwe deyndarê şehîdên xwe ne ku heta dilopa dawîn a xwîna xwe jî doza serkeftin û têkoşînê kirine. Girêdayîbûna bi şehîdan ve bi derketina xwedî li nirxên wan û bi rijandina xwîna xwe afirandine ye.“

Li ser navê MLKP’ê jî Huseyîn Toros axivî û got: “ Em pê biêşin jî, bi her şehadetê bêhtir nêzê azadiyê dibin. Em jiyana xwe ya bi serbilindî dijîn, deyndarê şehîdên xwe ne. Têkoşîn çawa ku berê berdewam bûbe wê îro jî dewam bike.“

Di axaftina li ser navê ciwanên komunîst hat kirin de jî hat destnîşankirin ku divê mirov di her warê jiyanê de têbikoşe.

Di meresimê de helbestvan Salih Amed jî helbestên bi Kurdî xwendin.

Bibîranîn piştî nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.