BI DÎMEN

Şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê li Antwerpenê hatin bîranîn

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Antwerpen ê Belçîkayê ji bo bîranîna şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê çalakiyek hate lidarxistin. Nivîskar Fûat Kav û Hevserokê Kogra Gel Remzî Kartal beşdarî bîranînê bûn.

Civîna bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo cangoriyan destpê kir. Piştre bi navê Komîsyona Malbatên Şehîdan dayika şehîd Sûltan li ser şehîdên 14'ê Tîrmehê helbestek xwend.

Piştre jî nivîskar Fûat Kav axivî, qala pêvajoya li zindana Amedê kir. Fûat Kav berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin nirxand û bal kişand ser girîngiya berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker.

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal piştre axivî û işaret bi girîngiya fêhmkirina şehîdan kir.

Remzî Kartal bal kişand ser darbeya faşîst a 1980'î û got, "Darbeya leşkerî ya bi plansaziya NATO'yê hate kirin, bi taybetî li dijî Tevgera Azadiyê bû."

Remzî Kartal destnîşan kir ku xeta sor a gelê Kurd têkoşîna azadiyê ye û got, "Dewleta Tirk ku hîmên xwe li ser înkarkirin û îmhakirina Kurdan danî, darbeya 12'ê Îlonê bi vê armancê pêk anî. Bi vî rengî xwest bawerî, îrade û hêviya têkoşîna azadiyê tine bike. Zindana Amedê projeyeke bi vî rengî bû."

Remzî Kartal diyar kir berxwedana zindana Amedê polîtîkaya înkar û îmhayê ya dewleta Tirk a faşîst têk bir û got, "Berxwedana li zindana Amedê bû gav û serketineke mezin ji bo şoreşê."

Remzî Kartal işaret bi rol û mîsyona ciwanan kir û got, "Jin û jin ên ciwan ji bo avakirina Modernîteya Demokratîk divê xwe baş bi rêxistin bikin û fikrên xwe kûr bikin."

Di çalakiyê de sînevîzyonek têkildarî şehîdên berxwedana 14'ê Tîrmehê hate nîşandan û civîna bîranînê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.