Şehîdên Azadiyê li Swîsreyê hatin bibîranîn

Li bajarê Gerlanfîngen û Basel ên Swîsreyê şehîdên azadî û şoreşê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Li bajarê Berlanfîngen ê Solothûrn ê Swîsreyê her sal malbatên şehîdan îsal jî hatin nba hev û şehîdên xwe bibîr anîn. Bîranîna ku ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan û Tevgera Jinên Kurd a Swîsre (TJK-S) ve hate organîzekirin li gel malbatên şehîdan ên li Swîsre diîn, nûnerên partî û saziyên Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.

Biranîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre jî sînevîzyona têkildarî jiyana şehîdan û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû amadekirin hate nîşanadn.

Di bîranînê de siyasetmedarê Kurd Mûstefa Sarikaya bal kişand ser êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Weke Rêber Apo gotî, ev tevgerek ya şehîdan e. Ya dikeve ser milê me di vê rêyê de xwedî li mîrasê şehîdan derketine.”

Piştî axaftinan banga tevlîbûnê li çalakiya ku wê 23’yê Cotmehê li Brûkselê bê kirin bibin.

BASEL

Li bajarê Basel ê Swîsreyê jî li komeleya BEKSAM’ê bîranîna şehîdan pêk hat. Di bîranînê de wêneyên şervanê MLKP’ê Kerem Pehlîvan, şervanên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û wêneyê siyasetmedara jin a Kurd Hevrîn Xelef a di Berxwedana Rûmetê de bi hovane hate qetilkirin hatin danîn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre jî sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîdan hate nîşandna. Her wiha peyamên nûnerên sazî û partiyan hate xwendin.

Bîranîn bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.