BI DÎMEN

Şehîdên 14'ê Tîrmehê li Qibrisê hatin bîranîn

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê şehîdên 14'ê Tîrmehê hatin bîranîn.

Bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê li Navenda Xwepêşandanê ya Parka Moloz a li bajarê Lîmasol ê Qibrisê, şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê hatin bîranîn.

Li her aliyên qada çalakiyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz, tevî alên PKK, HPG û YPG'ê hatin danîn.

Her wiha pêşangeyek ji wêne û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate vekirin.

Piştî sirûd û nîşandana sînevîzyonê siyasetmedar Lezgîn Serhat axivî.

Çalakî bi stranên hunermendên Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê bi dawî bû.