Şehîdê Metînayê li Grazê hate bîranîn
Li bajarê Grazê, bi amadebûna malbata malbata şehîdê Metînayê Karasûngûr Kanîreş serdanên sersaxiyê û bîranînê hate lidarxistin.
Li bajarê Grazê, bi amadebûna malbata malbata şehîdê Metînayê Karasûngûr Kanîreş serdanên sersaxiyê û bîranînê hate lidarxistin.
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, ji bo Karasûngûr Kanîreş (Zubeyîr Teymûroglû) ku 2'ê Sibatê li qada Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, bîranîn hate lidarxistin.
Bîranîn û serdanên sersaxiyê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Grazê pêk hat û gelek kes amade bûn. Sersaxî ji aliyê malbata Karasûngûr Kanîreş ve hate qebûlkirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê axaftin hatin kirin û hate ragihandin ku wê armanca Karasûngûr pêk bînin û ji bo vê jî bi biryardarî têbikoşin. Malbata şehîd Karasûngûr jî spasiya her kesên serdana wan kirine, kir û got, "Şehîd rûmeta me ye."
Bîranîn bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.,