Şehîd Têkoşer Awaz li Dortmûndê hate bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Nesîm Atay (Têkoşer Awaz) ê ku di 21’ê Tîrmeha 2019’an de li Çewligê şehîd bûbû, li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê hate bibîranîn.
Gerîlayê HPG’ê Nesîm Atay (Têkoşer Awaz) ê ku di 21’ê Tîrmeha 2019’an de li Çewligê şehîd bûbû, li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê hate bibîranîn.
Bibîranîn li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Dortmûndê bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir.
Di bibîranînê de sînevîzyon hate nîşandan û birayê Têkoşer Awaz axivî.
Di axaftinê de hate diyarkirin ku Awaz li metrepolan jiyaye lê dîsa jî tevlî pergalê nebûye û divê li hemberî zilma li ser gelê Kurd tu kes bêdeng nemîne.
Bibîranîn bi slogana ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.