Şehîd Raperîn Amed li Dortmûndê hat bîranîn

Ji bo yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê Raperîn Amed, li Dortmûndê merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd û Endama Konseya Rêveber a Kongra Gel Raperîn Amed (Delal Azîzoglû) ku 17’ê Hezîrana 2022’an di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Merasîm di şexsê Raperîn Amed de ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Cahîde Goyî, li ser navê malbata şehîd Munevver Azîzoglû û Kenan Azîzoglû û Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Medya Botan yek bi yek axivîn. Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal jî bi telefonê tevlî merasîmê bû.

Di axaftinan de qala têkoşîna Raperîn Amed û sekna wê ya dilnizm hat kirin û hat gotin ku di xebatên bi taybetî li Ewropayê meşandin de, bi kesayeta xwe ya bi mînak cihê xwe di dilê her kesê de girt.

Di bîranînê de sînevîzyon jî hat temaşekirin û bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.