BI DÎMEN

Şehîd Helmet Gabar li Londonê hate bibîranîn

Şehîd Helmet Gabar ê ku 5 sal berê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, ji hêla Tevgera Azadî ve bi çalakiyeke girseyî hate bibîranîn.

5’EMÎN SALVEGERA ŞEHADETA ŞEHÎD HELMET GABAR

Tevgera Azadî bi boneya salvegera şehadeta endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê û endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Helmet Gabar (Diyar Xerîb) ê di 5'ê Tîrmeha 2019'an de şehîd bû, li avahiya KCC'ê ya Londonê çalakiya bîranînê li dar xist.

Maseya bîranînê bi wêneyên şehîd Helmet Gabar hate xemilandin. Endamên Tevgera Jinên Kurd jî li dora wêneyên şehîd find vêxistin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya kurdistanê destpê kir.

Di bîranînê de sînevîzyona li ser jiyana şehîd Helmet Gabar hatibû amadekirin hate pêşandan. Di bîranînê de bê navber dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

Nûnerê KCDK-Başûrê Şiwan Heval û ji Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal axaftin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku li Kurdistanê xeta lehengî û xiyanetê heye û hate bibîrxistin ku Helmet Gabar di temenê xwe yê ciwan de li dijî xiyanet û hevkariyê pêşengiya berxwedanê kir. Hate diyarkirin ku dilsoziya Helmet Gabar a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêdawî bû û biryardariya wî xeta azadiyê li Başûrê Kurdistanê jiyanî kir.

Piştî axaftinan çalakî bi lêdana çepikan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.