Şefê propaganda DAÎŞ'ê yê Elman di operasyona YPG'ê de mir

Christian Emde ku bi salan karê propagandayê yê çeteyên DAÎŞ'ê dikir û di gelek dîmenan de bi çalakiyên terorê gef li welatên rojavayî dixwar, eşkere bû ku di operasyonên YPG'ê de yên li rojhilatê Sûriyeyê miriye.

Christian Emde li Elmanyayê çeteyê DAÎŞ'ê yê herî naskirî bû. Sala 2003'an eşkere kir ku ew bûye Misilman û piştî ku bi salan di nava komên radîkal de ma, ji bo tevlî damezrandina DAÎŞ'ê bibe ji eyaleta NRW'ê berê xwe da Iraq û Sûriyeyê. Emde sala 2014'an ji aliyê raya giştî ya Elman ve hate naskirin.

Çeteyê DAÎŞ'ê Emde wê demê ji rojnamevanê Elman Jurgen Todenhoefen re axivîbû û gotibû, "Dewleta Elman demeke dirêj e li dijî Îslamê şer dike. Demeke gelekî dirêj e. Ji ber vê yekê divê Elmanya zanibe ku çalakiyên terorê wê li Elmanyayê jî bên kirin."

Christian Emde demeke dirêj karê propaganda DAÎŞ'ê dikir û bi dîmenên ku li ser înternetê diweşand gefa çalakiyên terorê li welatên rojavayî dixwar. Eşkere bû ku Emde dawiya sala 2018'an di operasyonên YPG/QSD'ê de yên li herêmên rojhilatê Sûriyeyê hatiye kuştin.

Rojnameya Bild di nûçeya xwe de ragihand ku Emde ne sax e û Ajansa Nûçeyan a Elman (DPA) jî li gorî agahiyê ji çavkaniyên ewlekariyê wergirtî, nûçeya Bîldê piştrast kir. Li gorî agahiyeke din a ku di medya Elman de cih digire, di operasyonên dawî yên QSD'ê de yên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê, hevser Emde ya Sûriyeyî û zarokên wê teslîm bûne.