Şaredariya Soderhamnê ji bo Guven û Kaya name şand

Şaredarê Soderhamnê yê Swêdê Sven-Erîk-Lîndestam name ji hikumeta Tirkiyeyê re nivîsand û diyar kir ku ew ê li hemberî bêhiqûqiya li ser Leyla Guven û Sara Kaya bêdeng nemînin. Şaredar xwest ku bila tecrîda li ser rêzdar Ocalan were rakirin.

Şaredariya Nisêbînê ya Mêrdînê û ya Soderhamnê ya Swêdê di sala 2011’an de protokola ‘şaredariya bira’ îmze kiribûn. Heta ku qeyyûm îradeya gel desteser kir jî van herdu şaredariyan gelek proje bi rê ve birin.

‘DIVÊ SARA KAYA SERBEST WERE BERDAN’

Şaredarê Soderhamnê yê Swêdê Sven-Erîk-Lîndestam name ji hikumeta Tirkiyeyê re şand û xwest Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya serbest were berdan.

Lîndestam diyar kir ku hêviya wan ev bû ew bi salên dirêj bi hev re bixebitin lê ji ber ku hevşaredar hatiye girtin, wan nekarî vê hevkariyê bidomînin.

‘DIVÊ TECRÎDA LI SER OCALAN WERE RAKIRIN’

Şaredarê Soderhamnê yê Swêdê Sven-Erîk-Lîndestam tevî Komîteya Hevgirtina bi Kurdistanê re nameyeke din ji hikumeta Tirkiyeyê re şand. Lîndestam di nameyê de xwest ku bila tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û daxwaza parlementera HDP’ê Leyla Guven were bicihanîn a ku ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ye.

Serokê Komîteya Hevgirtina bi Kurdistanê re Benny Gûstafsson jî diyar kir ku ji bo sekinandina şer û pêkanîna aştiyê divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin.

Gûstaffson diyar kir ku AKP hewl dide Rojava dagir bike û li hemberî vê dagirkeriyê ew ê li Soderhamnê rêxistinbûneke nû ava bikin û di nav vê rêxistinê de ew ê sendîka, partiyên siyasî û komeleyên xwendekaran jî hebin.