Şaredariya Orebro: Em qeyûman nas nakin

Midûra Şaxê Şaredariya Orebro Martha Wîcklûnd diyar kir ku hikûmeta AKP’ê îradeya gel desteserkiriye û got ku ew tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên Kurdan nas nakin.

Midûra Şaxê Şaredariya Orebro ya Partiya Çepgir Martha Wîcklûnd li ser hesabê xwe yê tevna civakî dîmenek parve kir û got ku partiya wê girêdayî mafên demokratîk, mafên mirovî û azadiyê ne. Wîcklûnd têkildarî desteserkirina şaredariyên Kurd wiha got;

“Serokên şaredariyên Amed, Mêrdin û Wan ên bi rêbazên demokratîk hatine hilbijartin ji aliyê rejîma Erdogan ve ji peywîrê hatine girtin. Ev tiştekî gelek xeter e. Em dibînin ku her roj bi tomayan êrîşî mirovên ku dadikevin kolanan û çalakiyên protestoyê lidar dixin û tundiyê li wan dikin. Em vêya qet qebûl nakin.”

Wîcklûnd got ku demokrasî bi tundiyê pêk nayê tenê bi rêzdariyê çêdibe û berxwedana gel a li Amed, Mêrdin û Wanê jî silav kir.