Şaredariya Malmo piştgirî da şaredariyên HDP’ê

Şaredariya Malmo ya Swêdê nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman da û piştgirî da şaredariyên HDP’ê.

Endama Meclîsa Şaredariya Malmo ya Partiya Çepgir Emma-Lîna Johansson li ser hesabê xwe yê Faceboookê peyamek bi dîmen weşand û nerazîbûn nîşanî desteserkrina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdîn yên ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve da.

Johansson diyar kir ku bi awayekî keyfî serokên her sê şaredariyan ji peywîrê hatine girtin û wiha domand; “Divê rêz ji bo îradeya gel re wer girtin, li ber xwe bidin. Ji bo cîhanekî demokratîk, adîl û piştevaiyê têkoşîn didiome. Heta her kes azad nebe tu kesek ji me ne azad e.”

Johansson gotina xwe wiha bidawî kir; “Amed li ber xwe dide, Mêrdin li ber xwe dide û Wan li ber xwe dide.”