Şaredariya Goteborgê piştgirî da Amed, Wan û Mêrdînê

Endamên Meclîsa Şaredariya Goteborgê a Swêdê Carl Danîel Bernmar û Jenny Broman nerazîbûn nîşanî qeyyûman dan ên ku tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê peywirdar kirine.

Bernmar ê ku di şaredariye de Partiya Çep temsîl dike, li ser hesabê xwe yê twîtterê diyar kir ku Erdogan di 19’ê Tebaxê de peywira sê şaredarên Kurd desteser kiriye.

Bernmar bi bîr xist ku şaredarên Kurd di hilbijartina 31’ê Adarê de bi ferqeke mezin bi ser ketibûn.

Bernmar li dijî Erdogan derket û diyar kir ku ew piştgiriyê hêzên demokrasiyê yên li Tirkiye û Kurdistanê.

Jenny Broman jî li ser medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir ku ew piştgiriyê dide şaredarên bajarê mezin ên Amed ,Wan û Mêrdînê yên ku hikumeta AKP’ê peywira wan desteser kiriye.

Bernmar û Broman di peyamên xwe yên hevgirtinê de gotin “Li ber xwe bide Amed, Mêrdîn û Wan.”