Şaredariya Ûppsala piştgirî da Amed, Wan û Mêrdînê

Alîkarê Serokê Şaredariya Ûppsala ya Swêd Tobîas Smedberg desteserkirina şaredariyên Kurd ên ji aliyê rejîma Erdogan ve şermezar kir. Smedberg anî ziman ku bi hevşaredar û gelê Kurd re di nava piştevaniyê de ye.

Smedberg bi rêya vîdyoyekî peyama xwe ya piştevaniyê li ser tevnên civakî parve kir.

Smedberg got: “Rojên borî Erdogan 3 hevşaredarên HDP’î yên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin ji erkê girtine. Li şûna wan nûnerên alîgirên rejîmê bi cih kirine. Cîhana derve vê yekê qet qebûl nake. Divê dawî li vê bê anîn. Li ber xwe bide Amed, li ber xwe bide Wan, li ber xwe bide Mêrdîn.”