Şandina nameyan a ji bo NY’yê didome
Kampanya nameyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo NY’yê hatibû destpêkirin dewam dike. Di vê çarçoveyê de Kurdên Bîelê name ji bo NY’yê şandin.
Kampanya nameyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo NY’yê hatibû destpêkirin dewam dike. Di vê çarçoveyê de Kurdên Bîelê name ji bo NY’yê şandin.
Şandina nameyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin li bajarê Bîel ê Swîsreyê dom dike.
Kurdistaniyên li Bîelê dijîn di vê çarçoveyê de name ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres re şandin.
Nêzî 150 nameyên ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Şehîd Marhîr (CDK-Bîel) ve hatin komkirin, hatin şandin.
Li ser navê CDK-Bîel axaftin hate kirin û ev hate gotin: “Heta ku daxwazên me bên bicihanîn, em ê li her cihê lê bin daxwazên xwe vebêjin.”