Şahiya Newrozê li Elmanya, Awûstûrya û Îtalyayê

Li Elmanya, Awûstûrya û Îtalyayê Newroz hat pîrozkirin.

Li Heîlbron, Kîel û Bîelefeld ku bajarên Elmanyayê ne, li bajarê Innsbrûck ê Awûstûryayê û bajarê Parma yê Îtalyayê, Newroz hat pîrozkirin.

HEÎLBRON

Li bajarê Heîlbron ê Elmanyayê, bi sedan Kurdistanî û dostên xwe hatin ba hev û Newroz pîroz kir.

Di pîrozbahiyê de ku bi vêxistina agirê Newrozê ya malbatên şehîdan dest pê kir, bi axavtina parlamentera HDP’ê ya berê Sîbel Yîgîtalpê dewam kir. Yîgîtalp, got: “Bi saya bi sedan şehîdên me ku agirê Newrozê geş kir, îro li her dera cîhanê, Kurd bi berxwedana Newrozê ji bo azadiyê diqîrin.“

Hunermendên herêmî stran gotin, girseyê li ber stranan û dora agir govend girt û pîrozbahî qediya.

KÎEL

Newroza li bajarê Kîel ê Elmanyayê jî bi coş bû.

Pîrozbahî saet di 17.00’an de bi tevlêbûna bi hezaran Kurdistaniyan li Metenhaof Kaûflandê, bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de ku agirê Newrozê hat dadan, muzîkjenên Kurdistanî yên cih di nav Meclisa Çandê ya Kurd a Kîelê de digirin, derketin ser dikê. Di pîrozbahiyê de bêyî sekin dirûşmeya “Bijî Serok Apo“ hat berzkirin.

BÎELEFELD

Kurd, Efxan, Belûc, Faris, Azerî û Tirk hatin ba hev, bi meşekê Newroz pîroz kir.

Pîrozbahî, ji ber Îstgeha Navendî ya Bîelefeldê bi meşê dest pê kir. Gava meşê, bêyî sekin dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“, “Bijî Newroz“ û “Jin jiyan azadî“ hatin berzkirin. Meş heta bi qada Keselbrînkê dewam kir.

Girseyê, heta derengiya şevê nehişt ku agir vemire, li ber muzîk û erbaneyan govend girt.

PARMA

Li Parmayê ku bajarekê Îtalyayê ye, Newroz bi awayekê bi coş hat pîrozkirin.

Newroz, ji aliyê Komîteya Kurd û tora piştevaniyê ya Refe Kurdistan ve hat organîzekirin. Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir. Bi pişt re li ser wateya Newrozê axavtin hatin kirin û peyamên ji bo piştevaniya bi Kurdan û mexdûrên erdhejê re hatin dayîn.

Di pîrozbahiyê de stranên bi Kurdî û Îtalî hatin gotin û pîrozbahî bi berzkirina “Bijî Newroz“ bi dawî bû.

INNSBRÛCK

Newroz, 20’ê Adarê roja Duşemê, saet di 18.00’an de li Innsbrûck Marktplatzê, bi banga Têkoşîna Şoreşger a Yekbûyî hat kirin. Gelek kes li pîrozbahiyê bûn.

Agirê Newrozê hat gurkirin û girseyê dirûşmeya “Bijî Newroz“ û “Newroz pîroz be“ û bi girtina govendê bi dawî bû.

Di pîrozbahiyê de li ser navê Têkoşîna Şoreşger a Yekbûyî axavtin hat kirin û agahî li ser dîroka Newrozê hatin dayîn.