Îba dermankirin red kir, çalakiya xwe didomîne

Greva Yûsûf Îba yê li Torontoyê li dijî tecrîdê dabû destpêkirin didomîne. Îba dermankirin red kir.

Yûsûf Îba yê li Torontoyê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger didomîne, rakirin nexweşxaneyê dermankirin red kir û çalakiya xwe didomîne.

Yûsûf Îba yê rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê dermankirin red kir, çalakiya xwe didomîne. Îba yê piştî vegera ji nexweşxaneyê axivî û got:

‘BERXWEDAN WÊ BIDOME’

“Leyla Guven ev 96 roj in di grevê de ye. Çalakiya me jî ev 30 roj in bi coşeke mezin dewam dike. Piştgirya ji bo çalakiya me ya li vir jî dewam in. Em şopdarê biryara roja yekem a m dayî ye.Heta çalakiya me bi encam bibe tevî hemû pirsgirêkên tenduristiyê jî dermankirinê napejirînin û wê çalakiya min bidome.”

Berê jî Îba ji ber spazma dil rakiribûn nexweşxaneyê, du şev jî ji ber nefestengî û ritma dil rakiribûn nexweşxaneyê.