Êzidî li Viyanayê hatin bibîranîn

Li paytexta Evûstûrya Viyanayê Êzidiyên ku hatin qirkirin hatin bibîranîn.

Di mîtînga ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Viyanayê ve hate lidarxistin de Êzidiyên di qirkirina li Şengalê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn. Piştî deqeyek rêzgirtinê belavoka ku hatibû amadekirin hate xwendin û daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê îro jî li Kurdistan êrîşên dagirkeriyê didomînin û qirkirina Kurdan ên nû dike hedef. Bang li saziyên mafê mirovan ên navneteweyî hatin kirin.

Her wiha di çalakiyê de daxwaz hate kirin ku dawî li ambargoya li ser Mexmûrê bê anîn.