Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li Ewropayê hatin protestokirin - HATE NÛKIRIN - II

Li gelek bajarên welatên Ewropayê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker bi çalakiyan hate protestokirin.

Li gelek bajarên welatên Ewropayê êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk hatin protestokirin.

LEFKOŞA

Kurdistanî û dostên wan ê li bajarê Lefkoşa yê Qibrisê, li dijî êrîşê dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst ên berpêyî Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber Konsolosxaneyên Rûsya û Emerîkayê mîtîng hatin lidarxistin.

Endamên Komîteya Piştevaniya bi Kurdan re ya Qibrisê, Serokê Giştî yê Partiya Keskan ê berê Yorgos Parkîdîs û nûnerên rêxistinên anarşîst, femînîst, çepgir, sosyalîst tev li çalakiyê bûn.

Gel li ber Wezareta Karên Hundirîn hatin ba hev, bi karwaneke dirêj a wesayîtan rê girt û ber bi Konsolosxaneya DYA’yê ve meşiya. Sûcên qirkirinê yên dewleta Tirk bi pankartan hatin deşîfrekirin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG û YPJ’ê di çalakiyê de hatin hildan. Dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava“, “Bijî berxwedana YPG’ê“, “Dewleta Tirk a dagirker, bicehime ji Kurdistanê“, “Bijî Serok Apo“, “Erdoganê dîktator“ û “Bimire xiyanet“ hatin berzkirin. Di çalakiyê de bi sedan danezanên li dijî dagirkerî û qirkirinê hatin belavkirin.

Çalakiya li ber Konsolosxaneya Emerîkayê veguherî mîtîngê, bi rêzgirtina ji bo bibîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Nûnerê PYD’ê yê Qibrisê Yasîn Terbûş û Nûnerên Dîplomasiyê yên Meclisa Gelê Kurd a Qibrisê, dosyeya têkildarê êrîşên dagirkerî û qirkirinê pêşkêşê rayedarên Konsolosxaneya Emerîkayê kir.

Çalakger, ji wir ber bi Konsolosxaneya Rûsyayê ve meşiyan.

Nûnerê PYD’ê Yasîn Terbûş li ber konsolosxaneyê wiha axivî: “Ên ku êrîşa li Taksîmê amade kir, dixwazin li Rojava jî qetlîamê bikin. Dibêjin ku wê piştî êrîşên hewayî îcar ji erdê ve tevgerek dest pê bibe. Wê tu tişt wek berê nebe. Gelê me di vê serdema têkoşîna hebûn û nebûnê de bi tevahî dest bi berxwedanê bike. Ki çi ji mil were divê bike. Dibe ku sibehê bibe derengî.“

Berdevkê Komîteya Piştevaniya bi Gelê Kurd re ya Kibrisê Phoebus G. Sparo jî axavtinek kir. G. Sparo, got: “Silav li fedaiyên ku bi awayekê bi heybet li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe dan.“

Herî dawî Yorgos Parkîdîs ê Serokê Giştî yê Partiya Keskan ê berê, behsa polîtîkayên dagirkerî û berbelavbûnê yên dewleta Tirk kir û ew şermezar kir. Parkîdîs, axavtina xwe bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava“ û “Bijî Serok Apo“ bi dawî kir.

AMSTERDAM

Êrîşên berpêyî Rojava, li ber Konsolosxaneya Tirk a li bajarê Amsterdam ê Hollandayê, hatin protestokirin.

Di çalakiyê de peyama “Xwedî derketina li Rojava, xwedî derketina li Kurdistanê ye“ hat dayîn.

Banga seferberiyê ji bo parastina Şoreşa Rojava hat kirin.

Rojnamevan Sûat Bozkûş û li ser navê Partiya Bîj1 Vreer Verkerke jî di çalakiyê de axivîn. 

ROMA

Bi organîzasyona hevpar a endamên Tevgera Ekolojiyê ya Bertayê û Komîteya Kurd a Romayê, li Balafirgeha Fîûrmîcînô ya Romaya paytexta Îtalyayê berpêyî Şirketa Rêyên Hewayî ya Tirk çalakiya dagirkirinê hat lidarxistin. Di çalakiyê de berxwedana dîrokî ya li Herêmên

Parastina Medyayê hat silavkirin û êrîşên qirkirinê hatin protestokirin.

ATÎNA

Bi banga Navend Çanda Kurd a Demokratîk a Atînayê û TCŞ’ê bi sedan kes li kampa Lavrîo ya paytexta Yewnanistan Atînayê, hatin ba hev û bertek nîşanî dewleta Tirk a faşîst û saziyên navneteweyî dan.

Di çalakiyê de pankartên êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya dewletên navneteweyî teşhîr dikin û alên PKK, KCK, TEVDEM, YPG, YPJ’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Girseyê di şexsê Kobanê peyama piştevaniya bi Rojava dan û banga parastina Kurdistanê kirin.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Terorîst Tirkiye”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

Li qada Lavrîoyê di şexsê şehîdên Rojava de, deqeyek rêz hat girtin. Hafiz Amed li ser navê Navenda Çanda Kurd a Demokratîk axivî û wiha got: “Dewleta Tirk a faşîst bi planên qirêj, dest bi êrîşên Rojava kir. Erdogan ê dîktator dixwaze di şexsê Kobanê de ya ku beriya salan DAÎŞ’ê nekarî bixe, Şoreşa Rojava tune bike. Lê ev gel wê nekeve tarîtiyê, wê heta dawiyê li ber xwe bide û wê vê dagirkeriyê têk bibe. Ji Rojhilat heta Rojava, ji Zapo heta Avaşînê şervanên azadiyê û gel wê van dewletên ku dixwazin gelê Kurd qir bikin, têk bibe û wê azadiya xwe bi dest bixe.”

Girseyê serhildana li Rojhilatê Kurdistanê jî silav kir û bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” çalakî bi dawî kirin.

MARSÎLYA

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, çalakiyên Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F), Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bê navber dewam dikin.

Kurdistanî îro jî di saet 16.00’an de li ber Nûneriya Herêmê ya Parlamentoya Ewropayê hatin ba hev û dosyayek dan rayedarên parlamentoyê.

Çalakî nêzê du saetan dewam kir û belavok hatin belavkirin. Dirûşmeyên “Bijî berxwedana QSD”, “Bijî berxwedana PKK’ê”û “Bijî berxwedana Gerîla” hatin berzkirin.

Komîteya amadekar a çalakiyan a Marsîlyayê diyar kir ku wê her roja hefteyê çalakî hebin û banga xwedî derketina li çalakiyan kir.

Gel wê li Marsîlyayê bi pêşengiya saziyên Fransî dosyayan bidin Walîtî û Nûneriya Parlamentoya Ewropayê û hevdîtinan pêk bînin.

Bi pêşengiya TCŞ’ê wê roja Pêncşemê çalakî bên li darxistin. TEV-ÇAND wê roja Înê pêşangeha wêneyan a ku êrîşên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayan, teşhîr dikin wê amade bikin. Roja Şemiyê jî wê meşek girseyî bê lidarxistin.

ZURÎH

Kurdistaniyên li bajarê Zurîh ê Swîsreyê dijîn, ji roja ku êrîşên dagirkeriyê destpêkirin û vir de hema bibêje her roj li qadan in. Kurdistanî îro jî di saetên şevê de li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan.

Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Bêrîtan li ber îstageha trenê ya navendî hat lidarxistin. Komîteya Rojava û rêxistinên ciwanan ên enternasyonalîst jî tev li çalakiyê bûn.

Girseyê dirûşmeyên xwedî derketina li têkoşîna gerîla berz kirin û belavok belav kirin.

Girse dema ku gihişt ber Rathaûsbruckeyê ya ku Parlamentoya Kantonê lê ye, li vir daxuyanî dan. Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Selma Surer axivî û got: “Gelê Kurd û dostên wan duh çawa li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe dabin, îro jî wê bi ruhê Kobanê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk têbikoşe.”

Surer diyar kir ku ew weke Kurdistanî û dostên wan wê li qadan bin û xwedî li têkoşîna gerîla derkevin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

AARAÛ

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Rojava, li herêma Aaraû yên Kantona Aaraûyê, çalakiya protestoyî hat lidarxistin. Gelek Kurdistanî û şoreşgerên enternasyonalîst li navenda Kantonê Aaraû Bahnhofê hatin ba hev û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, YPJ û YPG’ê hildan û dest bi meşê kirin.

Girseyê dirûşmeyên “Bijî Rojava, bijî Kurdistan”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Serok Apo” berz kirin û kesên li derdor jî bi çepikan piştgirî dan girseyê.

Têkildarî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk, belavok hatin belavkirin.

Xelkê bajêr jî eleqe nîşanî meşê dan. Çalakî nîşandana berteka li dijî dewleta Tirk, bi dawî bû.

WÛPPERTAL

Kurdistanî û dostên wan di saet 17.30’an de li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê hatin ba hev û dewleta Tirk protesto kirin.

Girse tevî astengiyên keyfî yên polîsên Elman jî belav nebûn.

Girseyê bi meşekê çalakiya xwe bi dawî kirin.

MEMMÎNGEN

Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk li Memmîngen ê li nava sînorê eyaleta Baden-Wurttembergê yê Elmanyayê, hat protestokirin.

Çalakî ji aliyê komên antî faşîst ve hat lidarxistin ku alîgirên Partîzan jî di nav de bûn. Pankarta “Bijî Piştevaniya Navneteweyî” hat vekirin û bi Elmanî dirûşmeyên “Artêşa Tirk ji Kurdistanê bi cehime” û “Bijî piştevaniya navneteweyî” berz kirin.

MÎLANO

Kurd û dostên wan li bajarê Mîlano yê Îtalyayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava proteto kirin. Çalakî li ber Balyozxaneya Tirk a Mîlanoyê hat lidarxistin.

Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Kujer Erdogan” û “Terorîst Tirkiye” hatin berzkirin. Girseyê banga xwedî derketina li gelê Rojava û şoreşê kir û gotin ku heta ku êrîşên tên rawestandin, wê bê navber çalakiyan li dar bixin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

BREMEN

Navendek din a çalakiyên Kurdistaniyan bajarê Bremen ê Elmanyayê bû.

Kurdistanî, komên ciwanên Elman û dostên Kurdan ên li bajarê Bremen ê Elmanyayê dijîn, ku ji destpêka êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û vir li qadan in, îro danê êvarê çalakiya xwe bi mîtîngek girseyî berdewam kirin.

Koma Piştgiriya bi Rojava re û rêxistinên ciwanên enternasyonalîst jî tev li çalakiya li ber Gara Trenê ya Navendî ya bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Sevê hate lidarxistin bûn.

Di daxuyaniyê de ji raya giştî ya Elman hat xwestin ku li hemberî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk bêdeng nemînin.

VÎYANA      

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî Kurdistanî û pêkhateyên enternasyonalîst êrîşên hovane yên dewleta Tirk ên li ser Rojava bi daketina kolanan şermezar kirin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê jî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên berpêyî Rojava bi meşek girseyî hate protestokirin. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, HPG, KCK, YPG û YPJ’ê hatin hildan.

Meş heta taxa Sternschanzeyê bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ÛLM

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên berpêyî Rojava û herêmên din ên Kurdistanê li bajarê Ulm ê Elmanyayê jî hate protestokirin.

Di çalakiya ku li navenda bajêr ji aliyê pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) Ûlmê ve hate lidarxistin de, gelek alên YPG’ê û pankartên “Turkische Armee raus aus  Kurdistan” û “Defend  Kurdistan” hatin vekirin.

          [album=18036]