Êrîşên dewleta Tirk li Elmanya hate protestokirin

Li gelek bajarên Elmanya êrîşa dewleta Tirk a li gundê Helîncê ya Kobanê û êrîşa faşîst a li Viyanayê hate protestokirin.

DUSSELDORF

Li ser banga YJK-E û CENÎ êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li gundê Helîcê ya Kobanê ku 3 jin şehîd bûn li pêşiya Parlementoya Eyaleta Dusseldorfê bi çalakiyekê hate protestokirin.

HANNOVER

Li bajarê Hannover a Elmanyayê jî li ser banga Meclîsa Jinan a Ronahî qetlîamên dewleta Tirk hate protestokirin. Di axaftinên çalakiyê de hate kirin hate gotin ku hişmendiya mêr ji bihêzbûna jinê ditirsin û bi terorê dixwaze hebûna xwe bide domandin.

HÎLSESHEÎM

Bi çalakiya li Angoûlemeplaztê ya Hîldesheîm a Elmanyayê qetlîama dewleta Tirk a li Helîncê ya Kobanê hate protestokiriin. Di çalakiyê de wêneyên şehîdan hatin hildan û dirûşmên ‘Kujerê jin û zarokan Erdogan’ û ‘Panzarên Elmanya ji Kurdistanê derkevin’ hatin qîrkirin.

HAMBÛRG

 Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê êrîşa li Kobanê û Viyanayê hate protestokirin. Çalakiya ku Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Hambûrgê organîze kir ATÎK û ADHK li gel Kurdistaniyan tevlî bûn.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê êrîşa nîjatperest a li Viyanayê hate protestokirin. Li ser banga ATÎF û Komeleya Çand û Ciwanan li Konîg Heînrîc a Dûîsbûrgê êrîşa faşîst û dewleta Tirk hate protestokirin. Aktivîstên ATÎF, AGÎF û NCKD jî tevlî çalakiyê bûn.