Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Toûloûse’yê hatin protestokirin

Kurdên li bajarê Toûloûse yê Fransayê dijîn, êrîşên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin.

Gelek kesên li navenda bajêr hatin ba hev, êrîşên li ser Zap û Avaşînê şermezar kirin.

Girseyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hilgirtin û bênavber diruşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bimire xiyanet” berz kirin.