Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Bielefeldê hat protestokirin

DKTM’ê ya Bielefeldê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê protesto kir.

Bertekên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Kurdistanî û dostên wan li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê protesto kirin. Girse li ser banga DTKM’ê li Qada Jahnplatzê li hev civiyan.

Di çalakiyê de bi gotina, “Hûn ji bo li dijî dewleta Tirk rabin, li benda çi ne” bertek nîşanî bêdengiyê dan.

Dema ku daxuyaniya li ser navê DKTM’ê ya Bielefeldê dihat xwendin, gelek caran dirûşmeyên “Dîktator Erdogan”, “Kujerê zarokan Erdogan” û “Faşîst Erdogan” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de danezanên têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin belavkirin.